Roja 282’emîn: Li dijî hiqûqa serdestan dê 'edalet' bi ser bikeve
Nobeta ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve bi daxwaza "Edaletê" hatiye destpêkirin di roja 282’emîn de didome. Malbata Şenyaşar got: "Li dijî hiqûqa serdestan dê edalet bi ser bikeve.”
Nobeta ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve bi daxwaza "Edaletê" hatiye destpêkirin di roja 282’emîn de didome. Malbata Şenyaşar got: "Li dijî hiqûqa serdestan dê edalet bi ser bikeve."
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 282’an de berdewam dike. Dayik û kurê xwe ji ber axaftina telefonê ya her hefte bi Fadil Şenyaşar ê ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpête di odeyeke yek kesî de tê ragirtin, dereng dest bi nobetê kirin.
Dayika Emîne Şenyaşar duh ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû were ber edliyeyê. Piştî axaftina bi telefonê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyalar hatin qada bi navê "quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar" a li ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya bi birayê xwe re moralê wî bilind bûye û wiha got: “Got dema ku edalet pêk were ez ê bêm serbest berdan. Moralê wî bilind bû. Ji hemû kesan re silavên wî hene."
Malbatê li ser hesabê xwe yên medyaya civakî wiha got: "Heta ku em nefesê bigrin em ê hesab bipirsin. Em ê bi ser bikevin û wiha ji ber edliyeyê vegerin. Ya rast, li dijî hiqûqa serdestan dê 'edalet' bi ser bikeve."