Roja 279’emîn: Ên ku zilmê dikin civak wan efû nake
Di çalakiya ji bo "Edaletê" ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin di roja 279'emîn de berdewam dike de wiha hat gotin: “Dibe ku dewlet ên zilmê dikin efû bike lê civak wan efû nake.”
Riha – Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 279’an de berdewam dike.
Malbata ku ji ber ku dawiya hefteyê nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Yên ku pişta xwe didin qral yek bi yek dikevin. Yên ku vê qetliamê pêk anîne xwe sipartinê qral. Dibe ku dewlet ên zilmê dike efû bike lê civak wan efû nake.”