Roja 258: Gelo qîrînên edaletê we aciz nake?

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 258’an a nobeta xwe ya "Edaletê" de ev pirs kirin: “Gelo qîrînên edaletê ya malbeteke ku hatiye tunekirin we qet aciz nake?"

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 258’an de berdewam dike. Ji ber dawiya heftê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 
Malbatê ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: "Ji bo ku hûn rihetiya xwe ya li Edliyeya Rihayê winda nekin, dibin hevparê sûc û zilmê. Li vî welatî ne mexdûran, kujeran bidarizînin? Gelo qîrînên edaletê yên malbeteke ku hatiye tunekirin we qet aciz nake?"