Roja 256: Ji bo ku hesabê nedin welat şewitandin

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên ku 256 rojin çalakiya nobeta “edaletê” didomînin gotin: “Ji bo ku hesabê nedin welat şewitandin.”

Riha – Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî wek her sibehê vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û di roja 256’yemîn de dest bi çalakiyê kirin.
Malbatê ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Ji bo ku hesabê nedin welat şewitandin. Mirovahî, hiqûq û aboriyê top avêtine. Lê Erdogan rewşa welat xweş nîşan dide. Li Edliyeya Rihayê çav kor, guh ker wijdan bûne kevir. Nobeta me ya Edaletê di roja 256’emîn de didome.”