Roja 237’emîn: Heqîqet wê rojek teqez derkevin holê

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomînin wiha gotin, "Rastî nayên jibîrkirin, winda nabin. Rojekê teqez wê derkevin holê."

Riha– Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 237’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser medyayê ev peyam parve kir: “Ji bo ku hûn bikevin çavê hin kesan we malbeteke di halê xwe de tune kir. Vê rastiyê herkes dizane. Heqîqet nayên jibîrkirin û windakirin. Wê rojek teqez derkevin holê…"