Roja 229’emîn: Bi malbata Şenyaşar re banga hevgirtinê

Nobeta "edaletê" ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin kete roja 229'an. Şandeya ku Serokê EMEP'ê Ercûment Akdenîz jî di nav de bû, çû serdana malbatê û banga hevgirtinê kir.

Riha- Nobeta Edaletê Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên xwe jiyana xwe ji dest da û Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê da bû dest pê kir, di roja xwe ya 229’an de didome. Tevî dawiya hefteyê jî malbatê jî mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyeyê nobeta xwe dewam kirin. Serdanên piştgiriyê yên ji bo malbata ku li qada bi navê "Quncê edaletê yê malbata şenyaşar" nobetê digirin dewam dikin. Şandeya ku Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercûment Akdenîz jî di nav de serdana malbatê kir. 
Dê li Rihayê panela edaletê bê lidarxistin
Serokê EMEP’ê Ercûment Akdenîz jî got, “Li herêmê qêrîna edaletê bilind dibe. Me serdana malbata Gulistan Doku kir, di stûyê xwişka wê de kolyeya edaletê hebû. Me serdana malbata Şenyaşar kir. Nabe ku em werin Rihayê malbatê nebînin û deng nedin qîrîna edaletê. Partiya îqtidarê vê yekê dike.  
Emîne Şenyaşar 229 roj in li ber edliyeyê rondikan dibarîne. Ev 3 sal û nîv e dosya nehatiye vekirin. Ez jî kesî re dibêjim û bi taybet li kedkaran dikim; Divê berî ku hêstirên dayikê zuwa bibin doz bi awayekî dadmend biqede. Divê her kes di nava hevgirtinê de bin. Em ê li Rihayê panela edaletê pêk bînin û em ê vî dengî bigihînin hemû cîhanê.”
"Zarokên min li ber çavên min kuştin" 
Emîne Şenyaşar jî bi barîna rondikên çavên xwe re carek din daxwaza edalet ê kir û got: “Ez nikarim li malê bimînim. Zarokên min li nexweşxane li ber çavê min kuştin. Ez nexweş im. Bila gavek beriya gavekê edalet bicih were.” 
Malbatê dosyeyek têkidlarî komkujiyê û dozê amade kiribû radestî şandeyê kir. Şande kêliyek li cem malbatê nobetê girt û pişt re ji qadê veqetiyan.