Roja 155’an: Ji bo herkesê edalet

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 155 rojin bi daxwaza edaletê bang li rayedaran dikin.

Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an ji aliyê xizim û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirin.
Lêgerîna "Edaletê" ya Malbata Şenyşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 155'an de didome. Weke her roj îro jî malbat di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir. Lê derket holê ku duh dema çûne nimêja nîvro dovîzên wan hatine dizîn. Malbatê, ji dizîna dovîzên xwe polisan berpirsyar girt û wêneyên bav Haci Esvet û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û ambûlansa ku di wê de êriş li wan hatibû kirin vekir û pankarta "Di 14.06.2018'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bav û 2 kur hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin. Bila hiqûqa serdestan bi dawî bibe. Ji bo herkesî edalet." vekir.   
Emîne Şenyaşar bi gotina êdî bes e  ev tişt anîn ziman: "Kaxizan didizin. Kesên kaxizên me didizin çi ji me dixwazin. Polis şerm nakin ku kaxizên me didizin? Çawa ku dilê me şewitiye dilê kesên ku kaxizên me dizîne jî bişewite. Xwedê tiştê anîne serê min li cem wan nehêle. Em edaletê dixwazin. Kurê min bila bê berdan."