RJAK ji bo Werîşe Mûradî bang kir

RJAK′ê revandin û windakirina endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve şermezar kir û bang kir ku ji bo çarenûsa Werîşe Mûradî zext li ser Îranê bên zêdekirin.

Navenda Nûçeyan – Endama Komelgeha Jinên Azad ya Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî di roja 1’ê Tebaxa 2023’yan de ku xebatên siyasî û rêxistinî yên jinan dikir, li nêzîkî bajarê Sine ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Têkildarî revandin û windakirina Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin; “Em weke RJAK bang li rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, rêkxistinên jinên azadîxwaz ên Kurdistanê û cîhanê dikin ji bo aşkerakirina çarenûsa Werîşe Mûradî û parastina jiyana wê, zextan li rejîma Îranê bikin.

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya di pêşengiya Jîna Emînî û jinên azadîxwaz yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de weke pêlekê li nav tarîtiya rejîma Îranê rabû ku Werîşe Mûradî bi peyam û analîzên xwe bûbû yek ji pêşengên şoreşê, bibîr anî.

RJAK di daxuyaniya xwe de got; “Weke tê zanîn li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ dengê xwe gihand hemû cîhanê. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, şoreşa gelên Îranê ye ku hemû ol, bawerî, netewe, çand û pêkhateyan cihê xwe têde girtin û ji bo bidestxistina azadiyan û redkirina hemû cûrên tundûtijiyê li dijî jin û civakê tên kirine. Lewra rejîma Îranê ji tirsa ji dest dayîna desthilat û rejîma xwe ya melayan, bi hemû awayî dixwaze nerazîtiya ciwanan û xebatê jinan bêdeng bike û biçewisîne. Her wiha bi girtin, revandin, windakirin, qetilkirin û darvekirinê dixwaze vê şoreşê ji holê rake. Revandin û windakirina Werîşe Mûradî jî di heman çarçove û armancê de ji bo bêdengkirina têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin.