RJAK: Helwesta dijî dagirkeriyê erkek neteweyî û nîştimanî ye

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a li ser gundê Boskên daxuyaniyek nivîskî da û wiha hat gotin; “Bêdengî û bê helwestiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êriş û komkujiyên li ser gelê me, cihê xemgîniyê ye.”

Navenda Nûçeyan- Duh di 6’ê Mijdarê saetên nîvroyê de balafirek dewleta Tirk a bi çek û bê mirov navenda gundê Boskên ê li ser bi bajarokê Ranyayê yê girîdayî Îdareya Raperîn, bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes birîndar bûn. Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) têkildarî êrişa duh daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

“Divê hemû welatî, bi taybetî jin, partî û aliyên li Başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin. Ji ber helwesta li dijî dagirkeriyê erkek neteweyî û nîştimanî ye. Bi salan e Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye. Ev êriş û reftarên dijmin, tenê dibin sedema ziyanên canî û madî. Bi taybetî di salên dawî de êrişên asmanî yên Tirkiyeyê, ji Zaxoyê bigre heta Şengalê, Koyê, Pênciwîn û Şarbajar berdewam dikin. Herî dawî jî êrişa duh bû.

Sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker çavtirsandina xelkê û dûrxistina ji tevgera azadîxwaz a gelê me ye. Armanc qirkirina gelê Kurd û ziyan gihandine yekitiya neteweyî. Bêdengî û bê helwestiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êriş û komkujiyên li ser gelê me, cihê xemgîniyê ye. Her wiha nebûna bê helwestiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî cihê xemgîniyê ye. Ev bê helwestî û bêdengiya partî û aliyên Kurdî ya li hemberî dagirkeran, bi salan e berdewam dike û dibe sedem ku dijmin bi asanî bikaribe bigihîje armancên xwe û dagirkeriya xwe berdewam bike.

Em li vir wek RJAK’ê banga avakirina hevpeyman û eniyek li dijî dagirkeran dikin ku ji hemû partî û aliyên Başûrê Kurdistanê pêk bê. Ji ber ku helwesta li dijî dagirkeriyê erkeke neteweyî û nîştimanî ye.

Ji bo ku êrişên mîna ya duh pêk neyên, pêwîst e dirûşma ‘Ji dagirkeriyê na’ bibe havênê yekitiyê. Divê ji bo vê jî êdî peyam û daxuyanî werin pratîzekirin.”