RJAK’ê encamnameya Kongra xwe aşkere kir
RJAK’ê encamnemeya Kongreya ku ji 10 xalên kar û xebatê dû salan danîne pêşiya xwe aşkere kir.
Navenda Nuçeyan - Pêncemîm Kongreya Rêxistina Jinên Azad yê Kurdistanê (RJAK) ê di 28’ê Gulanê de li hola Laha ya bajarê Kerkukê bi bejdarbûna 250 delegeyan bi diruşma “Bi perwerde, rêxistinkirin û parastina jinan azadiya kesayet û sîstema demoqratîk a gel garantiye” hat li darxistin. Di kongreyê de nunerên rêxistinên jinan û rêxistinên sivil li gel endamên Koordînasyona Meclîsa Îştar a Waregeha Penaberan a Mexmûrê û rêveberên Tevgera Jinên Êzîdî yên Şengalê, endaman rêxistinên bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bejdarî Kongreyê bûn. Di kongreyê de raporên sê salan ên rêxistinê hatin xwendin. Rewşa kar û xebatê pêşniyar û pilansaziya rêxistinên jinan hatin xwendin. Ji bo kar û xebata dû salan jî pilan û çalakî û pêşniyar hatin girtin. Encamnameya kongreya RJAK’ê bi raya giştî re hate par kirin.
Di Kongereyê de ev biryarên jêr hatine girtin;
1- Bêyî cudahiya fikrî û siyasî ji bo tevahiya jinan vekirina dewreyên perwerdê, bi taybet ji bo jinên ku daxwaza wan a kar û xizmeta ji bo jinan û tevahiya civakê heye.
2- Emê pêngava ji bo birêxistinkirina jinan a bi dirûşmeya ‘Pêwîste yek jin jî bê rêxistin nemîne’ dewam bikin. Ev pêngav wê li ser bingehê rêxistinek giştî, komîn û meclîsa jinan dewam bike. Ji bo ku jin bibin xwedî rêxistinek serbixwe emê kar bikin. Herwiha girîngîdayîna xebata jinan a li bajarên Iraqê. Yanî rêxistinkirina jinên Ereb, Tirkmen, Aşûrî û hemû baweriyên cûda yên li bajar û bajarokên Herêmê, Kerkuk, Xaneqîn, Duzxurmatû û Musilê.
3- Emê li rex pêngav û kampanyayên dijî hemû komkujî û tundûtujiya ser jinan, ji bo vekirina cihek ji bo parastina jinan (Startgeha jinan) kar bikin.
4- Li hemberî helwesta jinên di nava siyasetê de xetperestin, di nava pêşbirka desthilatdaran dene, ji rastî û êşa civakê hatine qût kirin, emê têkoşînek bihêz li ser bingehê xeta azadiya jinan birêve bibin û modêla nû ya pêşengiya jinan a di siyasetê de pêşbixin.
5- Ji ber ku Rêber Apo herî zêde ji bo azadiya jinan têkoşîn kiriye, em çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo weke erkek xwe dibînin. Ji bo vê emê çalakiyên demokratîk lidarbixin, fikir û ramanê Rêber Apo yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, belav bikin.
6- Emê bi rêya çalakiyên giştî, pêngava dijî hemû dagirkeriya ser xaka Herêma Kurdistan û Iraq, bi taybet jî dagirkeriya dewleta Tirk a leşkerî, siyasî, çandî û hûnerî kampanyayên cûda ragihînin.
7- Di çarçoveya ji nûve bingeh danîna civakê, emê projeyek gera ji bo gundan, bi pêşengiya jinan pêşbixin. Pêngava ji bo qedexekirina kel û pelên biyanî, girîngîdana bi kel û pelên xwemalî re emê ragihînin.
8- Em têkoşînek radîkal, siyasî û îdeolojî li hemberî komkujiya jinên Şengalê birêve dibin. Ji bo azadiya jinên rastî êrişên DAIŞ’ê hatin û yên ku dîl ketine destê DAIŞ’ê, bi dirûşma ‘Na ji bo komkujiya Jinan’, ‘Azadiya Jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye’ emê çalakiyên xwe dewam bikin. Heya nasandina komkujiyan weke jenosîd, hem li ser asta navxweyî hem jî derve, emê çalakiyên xwe dewam bikin. Em piştevaniya sîstema xwerêveberiya Şengalê dikîn.
9- Ji bo ku ragihandin bikeve xizmeta civakê û di nava ragihandinê de dawî li rêgezperestiyê were, emê kar bikin. Bi vê armancê wê hinek dewreyên perwerdê yên ragihandinê werin vekirin.
10- Li dijî hemû yasayên bi zihniyeta rêgezperestî hatine nivîsandin, emê têkoşînê bikin. Ji bo vê yekê jî ji bo pêşxistina projeyasayên nû, emê çalakiyên cûr be cûr lidarbixin. Di heman demê de emê ji bo pratîk kirina yasayên bi awayek demokrat û hevseng hatine sererastkirin, kar bikin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û hemû civakê, herwiha danîna sîstemek bi rêxistinkirî û bihêz ya ji bo hemû jinan, garantiya azadiya rasteqîn û danîna civakek li ser bingehê demokrasî, xwerêveberî û mîsogerkirina jiyana azad, di kongreyê de me guhertinên girîng di bernameya navxweyî ya rêxistinê de çêkir.
Di kongreyê de bi amadebûna parêzerê rêxistina me, 19 jin wek endamên Giştî yên Meclîsa rêxistinê hatin hilbijartin. Kongre bi kêfxweşiyek mezin û sozdanek bihêz ji bo serkeftin û azadiyê bi awayek serkeftî bi encam bû.