RJAK’ê: Em ê bi têkoşîn û vîna xwe pergala mêrsalar hilweşînin

RJAK’ê der barê êrîşa ku li Parîsê weke 2’yemîn Komkujiya Parîsê ket dîrokê de daxuyaniyek weşand û careke din soza domandina têkoşînê da.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK), der barê Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdurrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bi gotinên; "Êrîşa ku di 23'ê Mijdara 2022'an de li Parîsê çêbû, ji aliyê pergala mêr dewletê ve hat kirin” û wiha hat gotin:

“Di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrîşek li ser têkoşîn û nirxên jina dayik a pênc hezar salan bû. Di şexsê hunermendê Kurd Mîr Perwer de êrîşek li ser çand û nasnemeya Kurd bû, di şexsê welatparêzê Kurd Ebdurehman Qizil de êrîşeke li ser dilsozî û dildariya gelê Kurd bû.

Em vê komkujiyê wekî berdewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hat meşandin dibînin her wiha berdewamiya vê komployê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî şoreşgera 40 salan hevala Sara û herdu hevalên wê hate meşandin dibînin.

Ev êrîş plankirî ye û bi hişmendiya zayendperest û sermayedar çêbû. Êrîşeke li dijî şoreşa jin jiyan azadî bû. Lewre banga me ji bo hemû jinan ew e ku bi heman ruhî û bi dengekî pêla têkoşînê bilind bikin. Em jî weke Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin. Weke jin em ê bi têkoşîn, rêxistinbûn, vîn û yekitiya xwe pergala mêr dewletê hilweşînin û têkoşîna azadiyê bi ser bixin. Bi têkoşîna jinan wê tovên azadiyê li tevahî mirovahiyê zil bidin.”