RJAK’ê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê aşkera kir

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê bi daxuyaniyek bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê aşkera kir.

Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a cîhanê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê bi daxuyaniyek bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê aşkera kir.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

“Di demek ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê nêzîk dibe, rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî roj bi roj hestiyartir dibe. Her roja derbas dibe, dewlet li herêmê li hemû herêmên Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê êrîşên xwe zêdetir dike. Li aliyek em dibînin ku di nava salek de rêjeya şîdeta li ser jinan zêde bûye, kuştina li se navê şeref û namûsê, zewaca di temenê biçûk de, redkirina jinan a di hemû navendên giştî de, zêdebûna girtiyên siyasî, koçberbûn, nimûneyên tundûtujiya desthilatdariyê ya li hemberî civakê û bi taybet jî jinan e. Ev jî tê wê wateyê ku dibe navê hikumetan cuda be lê naverok û fikir heman tişt in û jin bi şêwazên cuda tên kuştin. Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj em şahidiya hemû kiryarên tundûtujiyê dikin. Beriya niha jina pêşeng û akademîsyen Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Em dibînin di du mehên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çawa deng vedaye. Em jî weke RJAK’ê piştgiriya vê şoreşa pêwîst dikin. 25’ê Mijdarê ji bo bilindkirina qêrîna azadiyê, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê demek gelek guncaw e. Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin, wekî RJAK em ê weke salên borî bi şêwazên cuda çalakiyan li dar bixin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan dikin ku tevli çalakiyan bibin.”

Bernameya çalakiyên RJAK’ê wiha ye:

Pêşangeha wêneyan bi alîkariya Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê. (KJAR)

Li ser tundûtujiya dijî jinan rêzesemînerên cur be cur.

Di 25’ê Mijdarê de bi tevlibûna jinan û kesayetên azadîxwaz meş.

Di nava kampanyayên 25’ê Mijdarê de çalakiyên cur be cur were li darxistin