RJAK: Divê berpirsyarên komkujiyên Parîsê werin aşkerekirin

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) der barê komkujiya Parîsê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ev pergala kujer û dijmirovî dixwaze bi vê rêbaza hovane têkoşîna azadiyê bide sekinandin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) der barê komkujiya duyem a Parîsê de daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku aqilê mirovkuj dewleta dagirker a Tirk û hevkarê wê hukumeta Fransayê ku jê re pêşengî dike bi van kiryarên xwe nîşan didin ku qirkirina jinan û gelê Kurd kirine armanca xwe ya sereke.

RJAK’ê di destpêka daxuyaniyê de komkujiya li Parîsê şermezar kir û wiha hat gotin: “Em komkujiya duyemîn a li Parîsê şermezar dikin. Qetilkirina jin, şoreşger û welatparêzên Kurd li Parîsê ne cara yekem e, em vê komkujiyê weke berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dinirxînin. Hêzên komploger û netew dewlet di şexsê kesayetên welatparêz û pêşeng de qirkirina tevahî jin û gelê Kurd hedef dikin. Ev komkujî nîşan dide ku di komkujiya 2013’an ku sê jinên pêşeng û şoreşger hatin qetilkirin, para desthilatdariya Fransayê jî heye.”

‘Bi van şêwazên hovane dixwazin rê li pêşiya têkoşîna azadiyê bigirin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser aqilê kujer û wiha domand: “Hişmendiya kujer ku dewleta Tirk a dagirker pêşengiyê jê re dike û hevkarên wê yên weke hikumeta Fransayê, bi van kiryarên xwe, qirkirina jinan û gelê Kurd kirine armanca xwe ya sereke. Ev pergala kujer û dijî mirovahiyê bi van şêwazên hovane dixwaze rê li pêşiya têkoşîna azadiyê bigre û bi tecrîda li ser Rêber Apo û komkujiyan, felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bêbandor bike û gelê têkoşer bitirsîne. Lê em ji bo hemû hêzên hegemon û dijminên jiyana azad û demokratîk dibêjin ku ne bi girtinê ne jî bi kuştinê kes nikare rê li ber azadiyê bigire. Ji ber ku em xwedî felsefeya berxwedan û serkeftinê ne. Bi girtina kesan re dê bi milyonan kes dakevin qadan û biryara têkoşîn û tolhildanê bidin.”

RJAK’ê di dawiya daxuyaniyê de bi bîr xist ku kes nikare bi girtin û kuştinê riya azadiyê bigre û wiha hat gotin: “Em ji dewleta Fransayê daxwaz dikin ku demildest kujerên van herdu komkujiyan eşkere bike û hesab ji wan bixwaze. Di şexsê malbata wan hersê pêşeng û welatparêzên ku hatin qetilkirin de, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza berdewamkirin û bilindkirina têkoşîna wan didin.”