RJAK: Êrîşa li ser Firyal Silêman peyameke ji bo Kurdên Kerkûkê ye

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) derbarê qetilkirina siyasetmedar Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkûkê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Êrîşa hat kirin dixwazin peyamek bidin Kurdên Kerkûkê.

Navenda Nûçeyan-RJAK’ê têkildarî qetilkirina siyasetmedar û çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid diyar kir ku dema ku welat û netewek tê dagirkirin jin tên hedefgirtin, ev hişmendiya dagirkeriyê ye.

RJAK’ê diyar kir ku dema ku welat û netewek tê dagirkirin jin tên hedefgirtin, ev hişmendiya dagirkeriyê ye û got; “Lewra jin hem pêşengên azadin, hem jî qurbanî ne, herwiha di têkoşîna gelê Kurd de xwedî rolekê pêşeng û serekî ne.”

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye;

‘Êrîşa li ser Firyal Silêman peyamek ji bo Kerkûkê ye’

“Dagirkeran ji bo pêşî li têkoşîna ku ji bo Kurdan pêwîste, Başûrê Kurdistanê kirine qada qetilkirina çalakgeran. Di dema borî de li Herêma Kurdistanê gelek kesên têkoşer, jin û mêr, ji aliyê dagirker û sîxûran ve hatibûn qetilkirin. Êriş û qetilkirina ku roja pêncşemê 18’yê Çileya 2024’ê, pêk hat li dijî çalakvan Firal Silêman ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, hat kirin, peyameke ji bo Kurdên Kerkûkê ye. Berdewamkirina têkoşîna azadiyê wê bi terorê re rûbirû bimîne. Tevî ku Kurdan ne êriş kiriye û ne jî êrişî xaka kesî kiriye. Li gel ku wan xaka Kurdan dagir kiriye jî. Her tim hewl dane ku Kurdan dagir bikin û qir bikin.

Kurd tenê ji ber ku Kurdin û neteweya qedîm ya Mezopotamya û çiyayên Kevana Zêrîn ya Zagrosê ne, li welatê xwe koçber bûne û hatine dagirkirin. Mafê Kurdan heye ku li her parçeyekî Kurdistanê xebatên xwe yên siyasî bikin û serdana her partî û rêxistinekê bikin, ji ber ku ew der xaka Kurdistanê ye.

‘Êrîş qirkirinek siyasî ye’

Duh çalakvanê siyasî yê Kurd Feryal Silêman ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, li bajarê Kerkûkê hat qetilkirin. Ev qirkirineke siyasî ye û ji ber Kurdbûna xwe Başûrê Kurdistanê bûye qada şer, êriş, nakokiyên siyasî û şerê welatên din. Em sûîqest û êrişên ku li ser xaka Herêma Kurdistanê tên kirin bi tundî şermezar dikin. Mixabin tu helwesteke bi îstîqrar û rasterast li hember hemû êriş û qetilkirinên li ser vê xakê ji aliyê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nîne. Daxuyaniyên şermê vir û wir ji aliyê partiyên siyasî ve tên kirin, ku ji bo pêşîgirtina li êriş û qetilkirinan tiştekî nakin.

‘Firyal Silêman Weke xebatkara jinan bi ruhekî netewî û jinan kar kiriye’

Firyal Silêman bi mebesta ku serdana çend rêxistinên jinan bike, ji wan rêxistina me Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), serdana Herêma Kurdistanê kir. Weke xebatkareke siyasî û xebatkara jinan bi ruhekî netewî û jinan kar kiriye. Ev cînayetên herî tirsonek yên dagirker, sîxurên Tirk û PDK’ê bûn. Dixwazin ku jin tenê bi cil û berg û bedenên kuklayan bin, ne hişyar û têkoşer bin. Ji bo parastina canê çalakvanên siyasî yên Kurd û jinên çalakvan û nehiştina êriş û terorê li ser xaka Herêma Kurdistanê.

Divê Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê helwesteke pir cidî nîşan bidin. Divê Netewên Yekbûyî û hevalbendên wê rasterast helwestê nîşan bidin û xwe îspat bikin. Ji ber ku ger herêm neyê parastin ji bo kesî nayê parastin û dagirker dê êrişên xwe bidomînin.

Bang li gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyan dikin, êrişa terorîstî ya li dijî çalakvanekî Kurd Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê şermezar kirin. Ji ber ku her êriş û sûîqestek li ser her Kurdek û çalakvanekî, êrişa li dijî hemû Kurdane, êrişa li dijî jinên Kurde. Rûreşî û şermezarî ji bo teror û dagirkeriyê, nemirin ji bo jinên ku canê xwe feda kirin.”