‘Rizgariya jinên Îranê bi berdewamkirina berxwedanê pêkan e’

Jinên Misirê ên bal kişandin ser zextên li ser jinên Îranê û gotin: “Rizgariya jinên Îranê bi berdevamkirina berxwedanê pêkan e” û diyar kirin ku hevgirtina jinên cîhanê ya li dijî zilmê girîng e.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Parêzera Misrî Nour Al-Huda Wali Al-Dîn behsa polîtîkayên zextê yên dewleta Îranê kir û diyar kir ku li Îranê di navbera jin û mêran de cudakariya zayendî heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Îranê polîsên ‘exlaq’ zextê li jinan dikin û ev rewş jinan dixe xeterê. Li Tehranê qetilkirina Jîna Emînî bi jinên li welat dijîn re hêrsek da avakirin. Qetilkirina jineke ku ji bo wê hîcab weke hincet tê nîşandan, binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi van pêkanînan jin tên hedefgirtin û ev rewş tê wateya ku jinan nas nakin û hewl didin wan biçewisînin.”

‘Hebûna jinan tune tê hesibandin’

Nour Al-Huda Wali Al-Dîn di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Îranê bi zextan armanc ew e ku jinan biçewisînin û wiha domand: “Tenê ji ber jin in tevgare wan tê astengkirin û ev rewş li dijî mafên jinan e. Zextên ku niha di bin navê navê olê de li ser jinan zêde dibin, cihêrengiya çandî nîşan didin. Ji ber ku di nava civakê de aliyek heye ku tiştên tê jiyîn qebûl dikin. Ji aliyê din ve di şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' de ku bi pêşengiya jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, serhildaneke civakî ya ku polîtîkayên mêr ên Komara Îslamî ya Îranê li hemberî jinan red dike derket holê. Zagon li Îranê ji bo hinek koman derbasdar in lê ji bo komeke din derbasdar nîn in. Ev rewş edaletê bi giştî ji holê radike. Di vê wateyê de guhertinên zagonî yek ji çareseriyên herî girîng in.”

‘Ger jin hêza xwe bikin yek dê hêvî derkeve holê’

Nour Al-Huda Wali Al-Dîn amaje bi wê yekê kir ku jin bi biryardarî xwe îfade dikin her wiha destnîşan kir ku jinên doza hebûna xwe dikin rastî zextên cuda tên û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji ber vê jinên di Rojhilata Navîn de dijîn di astên cuda de dikevin bin pençên zextê. Jinên Misrê piştgirî didin têkoşîna jinên Îranê. Ji bo ku dengê jinan bilind bibe, bi bandor bibe û hemû astengî û zextan bi hev re ji holê rakin divê sînoran derbas bikin. Ger jin bi hev re bibin yek hêvî dikare derkeve holê.”

Nour Al-Huda Wali Al-Dîn  di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku zexta li ser jinan li Îranê dişibe zilma ku li Misirê li jinan tê kirin û wiha got: “Tevgerên jinan ên li Misirê teqez di bin bandora tevgerên jinan ên cuda de ne. Em nikarin înkar bikin ku jiyana jinên di nava tevgeran de cih digrin di bin xeterê de ye lê em dikarin bibêjin ku wê di demeke dirêj de kombûna têkoşînê biafirîne."

'Li dijî tundiyê helwesteke rast pêwîst e'

Endama Desteya Rêveber a Însiyatîfa Jinan a Salem Rojnameger Hacer Kamal diyar kir ku rewşa siyasî bandorek mezin li ser jinên Îranê dike û got: “Jin li Îranê di nava çand û rêbazên ku tu têkiliya wan bi mafên mirovan re nîn e de girtî ne. Li dijî tundiya li ser jinên Îranê helwesteke rast pêwîst e. Ger wiha nebe, rejîma Îranê wê zagonên xwe yên li dijî jinan  bidomîne û jin wê bi canê xwe berdêla şîdeta polîsên 'exlaq' bidin. Êdî cihê pêkanînên rejîma Îranê yên li dijî jinan nemaye.

Banga hevgirtina cîhanî

Hacer Kamal di dawî de got: “Tişta ku niha li Îranê diqewime, ji bo jin mafên xwe bi dest bixin pêwîstî bi têkoşîneke xurtir heye. Em dizanin ku maf bi hêsanî nayê dayîn. Ji bo vê jî divê jin zêdetir çalak bin û ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin. Divê jinên Rojhilata Navîn li dijî zilmê di asta cîhanê de bibin yek. Niha li cîhanê krîz hene, piraniya welatan bi şer û pirsgirêkan re rû bi rû ne. Rewşa kaosê dibe sedema bêdengî yan jî tunebûna têkiliyê. Di vî warî de medya xwedî roleke girîng e.”