‘Riya pêkanîna zagona li dijî şîdetê hê jî ne diyar e’

Parêzvana mafên mirovan Mai Al-Obeidî diyar kir ku zagona hejmara 58 ku li Tûnisê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye derxistin, dikare jinan li hemberî tundiyê biparêze lê hê jî rê û rêbazên pêkanîna zagonê ne diyar in.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Li Tûnisê weke li gelek welatan tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Parêzvana mafên mirovan Mai Al-Obeidî zêdebûna tundiya li ser jinan nirxand. Mai Al-Obeidî anî ziman ku tindî bûye diyardeyeke ku hemû jinên welat bandorê li wan dike û got ku bûyerên qetilkirina jinan jî zêde bûne.

'Di doza Rıfka Al-Şarnî de edalet pêk hat’

Mai Al-Obeidî bûyera ku 2 sal berê Rıfka Al-Şarnî ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû û di hêza ewlekariyê de kar dikir hat qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Ev demeke dirêj e em li bendê ne ku dadgeh der barê doza Rıfka Al-Şarnî de biryarê bide. Em bi fikar bûn ku cezayê sivik ê li sûcdar hatiye dayîn. Ji bo dosya ku du sal berdevam kir, zextên femînîst çêbûn. Di encama têkoşîna femînîst de edalet pêk hat.”

Mai Al-Obeidî diyar kir ku wan hewl dane jinên rastî şîdetê tên ku vegerin malên xwe û diyar kir ku heman rewş di qetilkirina Rıfka Al-Şarni de jî derketiye holê û got: "Gelek caran gazinan kiriye lê ji ber ku tedbîra pêwîstî pê heye nehat girtin û ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hat qetilkirin. Biryara dadgehê biryareke adil bû û dadweriya Tûnisê gavek baş avêt."

'Zagon berfireh e û dikare jinan biparêze'

Mai Al-Obeidî destnîşan kir ku zagona hejmara 58 ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berfireh e û dikare jinan biparêze û got: “Lê belê pêkanîna li qadan gelekî girîng e. Ji ber ku hê jî riya pêkanîna zagonê pir ne diyar e.” Mai Al-Obeidî bal kişand ku girîng e pisporên mijarê li navendên ewlehiyê yên ku jinên rastî şîdetê tên, hebin û wiha got:

“Ji ber ku jinên serî li van navendan didin, hewl tê dayîn vegerin cihê ku rastî tundiyê hatine. Ev nêzîkatiyên bê berpirsyarî bûn sedem ku Rıfka Al-Şarnî û gelek jinên din werin qetilkirin. Li aliyê din dema em li bendê ne ku zagonên li dijî tundiyê derbikevin, em dibînin ku zagonên tu têkiliya wan bi tundî û qetilkirina jinan re tune ne, tên derxistin. Ji aliyê zagonî ve ne parastina jinan û ne parastina mafên wan cesaretê dide sûcdaran. Ev nêzîkatî bandorê li hemû jinên Tûnisê dike.”

‘Li ser siyasetmedarên jin jî şîdet heye’

Mai Al-Obeidî, bal kişand ku li ser parlamenterên jin jî şîdet heye û wiha got: “Şîdeta li dijî jinan di her warî de heye. Aktivîsta femînînst Şaîma Issa, ji ber nêrînên xwe yên siyasî û ji bo ku li dijî pêvajoya 25’ê Tirmehê derket hatibû girtin. Şaima Issa îro azad e lê ligel zextan rastî tacîzan jî tê. Ji bo ku wê bêdeng bikin û nehêlin li zanîngehê pîşeya xwe bike seyaheta wê ya Parîsê asteng dikin. Şaima Issa, niha di rewşeke wisa de ye ku ji bo gelê Filistînê yê niha di bin êrîşên qirkirinê de ye nikare beşdarî xwepêşandanên tên lidarxistin bibe.”

‘Jin bi şîdeta dewletê re rûbirû ne’

Maî Al-Obeidî diyar kir ku dayîna cezayê darvekirinê ji bo lîderê Partiya Makezagona Azad Abir Musa jî nîşan dide ku jinên li Tûnisê çiqas êş kişandine û wiha axivî:

“Jinê ku ji aliyê civaka baviksalar ve rastî şîdetê hatine, bi şîdeta dewletê re jî rûbirû ne. Civak, van rewşên kuştina jinan, şîdetê dipejirîne û normal dibîne. Mirov ji şîdeta dualî ya li ser jinên Tûnisê şerm dike. Tevî ku bi dehan sal in têkoşîn didome jî li parlamentoyê zêdetir mêr hene. Pergala baviksalar bi polîtîkayên tirsê û çewisandinê ji bo jin nekevin nava siyasetê astengiyan derdixe. Em êdî ditirsin tevli hilbijartinê bibin. Niha dema em di sîteyên medyaya dîjîtal de li ser mijarek helwesta xwe nîşan didin jî rastî şîdet, porvokasyon û zorbatiyê tên.”

‘Ez ê ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan bixebitim’

Mai Al-Obeidî got ku ji ber otorîteya mêr jin di her warî de ji derve tên hiştin û ji bo têkoşîna li dijî vê yekê bang jinan kir. Mai Al-Obeidî, ji bo parastina mafên jinan bal kişand ser rola saziyên civaka sivîl û got ku di warê xweparastinê de divê xebatên ji bo şiyariyê werin kirin. Mai Al-Obeidî, bal kişand ku komeleyên femînîst ji bo zagonên li dijî şîdetê werin derxistin gelek hewl dane û wiha got: “Ez li ku derê dibim bila bim, ji ber ku bawer dikim divê azadî û ewlehiya jinên Tûnisî hebe, ji bo çareseriyê çi ji destên min were ez ê bikim.”