Rîma Mehmûd: Jin dixwazin di Sûriyeya nû de bibin aktorên sereke yên biryardayînê

Endama Komîteya Têkiliyên Dîblomasiyê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîma Mehmûd anî ziman ku hikumeta demkî hewl dide jinan bê hêvî bihêle, tekez kir ku Sûriyeya demokratîk bê maf û hebûna jinan nayê avakirin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di kêliyên veguherînan de, netewe ne tenê bi biryarên siyasî, bi deng, reng, vîn, fikir û hebûna ciwan û jinan pêşeroja xwe avadikin. Li Sûriyeyê ku li ser riya ji nû ve avakirina dewlet û saziyên wê ye; jinên Sûriyeyê di nîqaşa li ser pêşeroja welat de wekî aktorên sereke derdikevin pêş; daxwaza destûr, civak û pergaleke siyasî ya ku hemwelatîbûn, edalet û beşdariyê digre bin temînatê dikin.

Ji qadên çalakvaniya sivîl bigre heta meqamên berpirsiyariyê û biryardayînê, jinên Sûriyeyê xwedî vîzyonek in ku ev yek ji beşdariya sembolîk derbas dibe. Ew di nivîsandina qanûnan, avakirina saziyên civakî û avakirina pergalek demokratîk de ku mafên hemû beşên civakê bê cudahî diparêze, rolek rastîn dixwazin.

Endama Têkiliyên Dîblomasî yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Rîma Mehmûd ji nûçegihana ajansa me re bi berfirehî daxwazên jinên Sûriyeyê taybetmendiyên Sûriyeya nû çawa dibînin anî ziman. Rîma Mehmûd bersiv da pirsên weke, rola jinan di nivîsandina destûreke ku hêviyên gelê Sûriyeyê nîşan didin de çi ye? Wê çawa were piştrast kirin ku demokrasiya pêşerojê hevkariyek rastîn ê maf, rûmet û hebûna jinan diparêze?

Rîma Mehmûd diyar kir ku zêdetirî 50’î salan rejîma Baasê ya desthilatdar bi gelê Sûriyeyê gelek zoriyan daye kişandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê, gelê Sûriyeyê, bi taybetî jin bi hêvî bûn ku êdî piştî zêdetirî 50’î salan ji êş û azaran, jin bikaribin bi azadî û aramî bijîn, ji ber ku di rejîma Baasê de jin bê maf bûn hebûna wan nedihat dîtin û qebûlkirin.

Jinên ji gelek deveran sûdê ji tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin

Rîma Mehmûd bal kişand ser rola jinan di Şoreşa Rojava de û wiha domand: “Jinan pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin û mohra xwe lê xistin. Tevî hemû zehmetî û azaran jî şoreşê, derfetên pir mezin ji jinan re pêşkêş kir, di her qadê de jinan xwe nîşan dan, di qada leşkerî de, jinan li cîhanê deng vedan û bûn model. Jinên ji hemû pêkhateyan di vê şoreşê de  cih girtin. Her wiha jinên ji gelek deveran sûdê ji tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin, rabûn daxwaza maf û azadiya xwe kirin. Bi saya jinan şoreşa Rojava bi ser ket.”

Rîma Mehmûd nerazîbûna xwe ji hikumeta demkî re nîşan da û wiha pê de çû: “Bi hatina hikumeta demkî ya ser desthilatdariya Sûriyeyê re, zext û kiryarên ji serdema beasê xirabtir dest pê kirin. Ji bo ku jinan ji siyaset, maf û hebûna wan dûr bixin, serî li gelek rêbazan da, hewl da jinan tenê bi malê ve girê bide di bin navê olê de wan ji qada civakê veder bike. Helbet hikumeta demkî bi van tiştan hewl dide bersiveke bide rêxistinên jinan bibêje ku em dikarin jinan tune bikin. ”

Jinan xwe di sîstema hevserokatiyê de nîşan dan

Rîma Mehmûd destnîşan kir ku pêwîst e li Sûriyeyê nêzikahiya li dijî jinan were guherandin. Her wiha balê dikşîne li ser bûyer û geşedanên ku ji hêla hikûmeta demkî ve pêktê û wiha berdewam kir: “Bûyer û tiştên ku hikumeta demkî dike, nayên qebûlkirin. Daxwaz ew bû Sûriyeya ku maf û hebûna jinan misoger bike û her wiha Sûriyeya pirreng û demokratîk were avakirin. Lê belê hewl didin jinan di hundirê Sûriyeyê de bê hêvî bihêlin. Di sîstema hevserokatiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêkanîn, jinan di her qadê de cih girtin û bûn xwedî biryar lê niha hewl didin van çeperan ji dest jinan bigrin. Loma baweriya jinan bi hikumeta demkî tune ye, ji ber ku rolê nade wan.”

Sûriyeya pirreng pir netew pir ziman û pir çand

Rîma Mehmûd tekez kir ku pêwîst e jin bi destên xwe desturê binîvisînin û wiha pê de çû: “Sûriyeya demokratîk bê maf û hebûna jinan nayê avakirin. Her wiha pêwîst e di destûra Sûriyeyê de jî ev yek were misogerkirin. Sûriye xwedî pirrengî, pirnetew, pirzimanî û pirçandî ye. Pêwîst e destûrek bi destên jin were nivîsandin, ji ber ku wê jin tenê bikaribin mafên jinan biparêzin. Bangewaziya me ji hemû jinan re heye, bi taybetî ji jinên ku ked dane divê dengê xwe bilind bikin destên xwe bidin hev û daxwaza mafên xwe di hundirê destûrê de bikin.”

Baweriya hemû jinên cîhanê bi şoreşa Rojava heye

Rîma Mehmûd da zanîn ji bo ku mafên xwe biparêzin pêwîst e asta têkoşînê bilind bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Jinan têkoşîn û berxwedaniyek pir mezin li Rojavayê Kurdistanê û li seranserê cîhanê raber kirin. ji bo ku em bikaribin destkeftiyên xwe biparêzin, pêwîst e em asta tekoşînê bilind bikin, xwe bi rêxistin bikin û ji bo mafên xwe û yên hemû jinan li qadan bin, çalakiyan li dar bixin. Baweriya hemû jinên cîhanê bi şoreşa Rojava heye.”