Rîma Mehmûd: Em ê di sala 2024’an de têkoşîna xwe bilind bikin

Endama Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd diyar kir ku wan di sala 2023’an de gelek projeyên xwe xistine meriyetê û got ku di sala 2024’an de ew ê bi awayê xurtir xebatên xwe berdevam bikin.

DELAL REMEZAN

Hesekê- Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd destnîşan kir ku ji sala 2004’an ve jinan bi rêxistin dikin, perwerde dikin û ji bo di her warî de xurt bibin xebatan didin meşandin. Rîma Mehmûd diyar kir ku ji bo jin û mer ji desthilatdariya pergala kapîtalîst xwe biparêzin, cudakariya zayendî ji holê rakin têkoşînê didin meşandin.

Rîma Mehmûd di berdevamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku di nava 2 salan de konferansek giştî li dar xistine û şoreşa Rojava ya ku di sala 2012’an de hat destpêkirin destkeftiyên wê tên parastin û bi projeyên nû wan destkeftiyan zêdetir dikin.

Rîma Mehmûd da zanîn ku di sala 2023’an de gelek çalakiyan li dar xistine û wiha pê de çû: “Li bajar, navçe, gundan û di saziyan de bernameyên perwerdeyê hatin lidarxistin. Weke jin di roja 8’ê Adarê de û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Diji Jinan de gelek meş hatine lidarxistin. Wek Kongra Star der barê qetlîam û xwekuştinê de 35 dewreyên perwerdeyê ji bo mêran hat vekirin. Di nava salê de 9’emîn kongreya xwe me li dar xist. Biryarên ku di kongreyê de hatin dayîn me jiyanî kir.

‘Jin hatin hedefgirtin’

Rîma Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û wiha berdevam kir: “Dewleta Tirk di nava sala 2023’an de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êrîş pêk anîn. Gelek jinên pêşeng di êrîşan de hatin hedefgirtin. Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên şoreşa jinan û îradeya wan bişkîne. Lê ruxmê hemû êrîşan jî me dest ji pêkanîna xeyalên xwe yên azadiyê berneda. Li aliyê din me piştgirî da kampanyaya navneteweyî ya ku ji bo  fizîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir. Li hemberî tecrîdê û ji bo bi fizîkî azadiya Rêber Apo gelek çalakî hatin lidarxistin.”

Ji bo sala 2024’an proje hene

Rîma Mehmûd got ku ew girîngî didin xebatên perwerdeyê û ruxmê êrîşên dewleta Tirk xebatên xwe didomînîn wiha gotinên xwe domand: “Divê tekoşîn bê bilindkirin. Me ji bo sala 2024’an gelek proje xistin rojeva xwe. Di nava projeyên me de ya herî girîng gundên nûjen bûn. Ji bo jinan di warê aborî de xurt bikin projeyên cur bi cur me jiyanî kir. Kampanyayên cur bi cur ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatin meşandin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin’

Rîma Mehmûd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di her warê jiyanê de dixwazin xwe beşdar bikin û wiha got: “Di warê azadkirina jinan, misogerkirina wekheviya zayendî û bidestxistina mafên xwe de em girîngiyê didin çalakiyên hişmendiya civakî. Em ê tu carî teslîmî êrîşên dewleta Tirk nebin. Em ê çalakiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomînin. Em dixwazin di civakê de wekhevî û edalet pêk were. Şoreşa Rojava mînakeke ku li hemû cîhanê tê şopandin e. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”