Rîhan Temo: Xwe perwerdekirin jiyan û xeteke nû ji min re diyar kir

Endama Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo diyarkir ku bi şoreşê re kesayeta xwe birêxistin kir û di bîrdoziya jinê de xwe kûr kir

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Di sedsala 21'an de jinan fikrên malbatî û evîn û gelek dozên din, bi awayekî rast ji nû ve nivîsandin û di kesayeta xwe de xusletên nû avakirin. Bi dîrokeke rast ya hemû netewan û bi evîneke ku xizmeta jin û civakê dikin, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têdikoşin û nexşerêyek nû danîn.

Nexşerêya nû jî pir cûda ye, di her alî de hevgirtin tê esasgirtin. Rîhan Temo ya ku bi destpêkirina şoreşê re ji Şamê vegeriya hembêza welat, bi xebatên Jinên Ciwan dest bi meşa şoreşê kir, li Mala Jin bi dozên jinan re mijûl bû û di gelek komîteyên Kongra Star de erk girtiye, niha jî Endama Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star tekoşîna xwe dide meşandin. Rîhan Temo di nav ravekirina serpêhatiya xwe de, têkoşîna hevpar a ku yekem car dayî meşandin anî ziman.

'Kurmanciya min dibû sedema îşkenceyê'

Rîhan Temo di destpêkê der barê  koçberiya malbata xwe a ber bi Şamê ve anî ziman û got: “Di rewşên her zext û êrîş li ser nasnameya me hebûn, me di hundir mal de kurdayetiya xwe parast. Bi koçberiya yekem a ji Herêma Cizîrê ber bi Şamê ve, ji ber siyaseta netewperestî ya sîstema dewletê, nakokî di têkiliyên kurd û ereban de çêbûn. Ev bû sedem em gelek caran koç bibin. Di wextekî de ku min dixwend û têkiliyên hevaltiyê bi hawirdorê re avadikir, pêçek lûsîn pêwîst dikir, lê tê bîra min her werzekî xwendinê ez li dibistanekê bûm. Ya herî di mejiyê min de hatiye çespandin jî neaxaftina bi zimanê Kurdî bû. Di mal de bi kurdî û li derveyî deriyê malê em derbasî cîhaneke erebî, dibûn. Ji ber zimanê min Kurdî ye û devokiya wê jî cûda ye, bêyî ku mamoste rêzê ji nasnameya min re bigre, digotin ku ez ayetên qûranê xira dikim, yan baş bixwîne yan jî nexwîne. Ji ber min rehendê peyvên erebî nedizanî, peyva 'Ehsen' ya ku min ji mamosteya xwe re gotî, bû sedem ku mamoste tundiyê li min bike û wateya wê gotinê bi Kurdî jî 'Baş e' bû. Nefêmkirina mamosteyan ji şagirtan re, bi zorê dana xwendin û wekî ereb li Kurdan meyzandin dibû cihê pirsgirêkan.”

‘Dîtina şagirtekî xort di dibistana keçan de, ji me re xerîb dihat'

Rîhan Temo balkişand ser pergala perwerdeyê ya dewletê û nakokiya jiyan dikir wiha bilêv kir: “Em her fêr bûbûn keç û xurt di dibistanan de cûda bixwînin. Dema ku me şagirtekî xort di dibistaneke tenê keç lê dixwînin de didît, ji me re xerîb dihat û pirsên wiha di mejiyê me de çêdikir ku, gelo dibe her du zayend bi hev re bixwînin? Li hember nêrîn û neecibanina civakê ji jinan re, gotinên çewt û orf û adetên civakî û hişmendiya dewletê, kesayeteke min ya serpêç li pêş bû û ev dirûşmeya min ya ji zaroktiyê de bû; ez çiqasî biêşim û astengiyan bijîm, divê ku li ber xwe bidim da ku bikaribim bijîm. Mînak çawa xirîstiyanek dikare tayê sor û spî li destê xwe bigerîne, Kurdek jî dikare kesk,sor û zer bigre. Ji ber dema ku mirov di kesayeta xwe de radîkal be, zanebûn jêre ne lazime. Bi her awayê têkoşîn lazim bû.”

‘Di şoreşê de rêxistinkirina serpêçiyê’

Rîhan Temo destnîşan kir ku wan şer û serhildan tenê li ser tv li Bakur didîtin û dişopandin lê nedizanîn ku ewê jî bi xwe bikevin hewaya şoreşê û wiha dom kir: “Me tenê di mal de welatparêzî û kurdewarî hîs dikir, tenê me şer û serhildana gelê Kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê li ser tv dişopand. Lê me nedizanî em ê jî hewaya serhildana ber bi şoreşê ve jiyan bikin. Piştî tevlîbûna gelek çalakiyên ciwanan, fermî 2014'an de min di xebatên Kongra Star de cih girt. Di mejiyê min de ez jî di saziyekê de bibim mûzaif an jî karmendek û xizmeta dewletê bikim, ji ber di sîstema dewletê de em wiha hatin mezinkirin. Ev jî hebû ku di mal de, li ser hîmên parastina nirxê şoreşê û kurdewariyê hatine mezinkirin. Di girtina erkên hundirê şoreşê de dûrneketin û bi xwesteke bêsînor em beşdar bûn. Bi xwesteka ku divê êdî ez hin tiştan avabikim, min serpêçiya xwe ya berê bi perwerdeyê birêxistin kir."

‘Cara yekem bû me gotina ji tundiyê re bêdeng nemînin, ji xwe û cinsê xwe hez bikin, dibîhist’

Rîhan Temo derbarê pêvajoya ji bêwatebûn ber bi watedayina nirxê jiyanê de wiha got: “Perwerdeya yekem pêvajoya jiyana min ser û binê hev kir, li beramberî komîsyonan çokê min dilerizîn û min nedikarî bisekinim. Ji ber tiştên di sîstema dewletê de em fêr bûn û tişta di perwerdê de hat ronîkirin, ji hev cûda bûn. Li gel dewletê diviya bû xwendina me baş be, di hundir malê de jî diviya bû ku em sertewandî bin, ji dengê ken, qêrîn û tevgerên xwe baldar bin. Em di malbateke ji Rojhilata Navîn ya zayendperest de mezin bûn, lê 7 roj ên li akademiya Nûrî Dêrsimî jiyan û xeteke nû ji min re diyar kir. Ji kar zêdetir, têkoşîna ji bo Kurdistan û jinek azad lazim dikir. Yekem car bû, ji me re hat gotin ku divê li beramberî tundiya jinê em bêdeng nemînin, jin ji vê çiravê xilas bibe û divê em ji xwe û cinsê xwe hez bikin."

'Dozên jinan ên di dema Itîhad El-Nîsaî El-Sûrî de bûbûn girêk, Kongra Star çareser kir'

Rîhan Temo derbarê têkoşîna Kongra Star di çareserkirina pirsgirêkên jinan de wiha got: “Dîtina xwe wek jineke zana, ne tenê ji bo xwe, ji bo giştî jin û civakê em hene. Di wextekî de civakê digot na ev der ne cihê we ye, em li çareseriya pirsgirêk û dozên jinan geriyan. Karkirina bi dayik û jinên ne di temenê xwe de, ezmûnên min yê jiyanê û rêxistinî xurtirkirin, asoyên hestên rêveberiyê û pêşengtiyê firehkirin. Bibîrxistina vê xalê girîng e, di wextekî de pirsgirêkên jinan ê ewqas sal asê mabûn û veguherîbûn girêkên mezin, Itîhad El-Nîsaî El-Sûrî Yekîtiya Jinan a girêdayî rejîma Baas li vir bê rol bû. Erkê vê saziyê têkoşîna ji bo doza jinan bû, lê bê rol bûn û me nedizanî rêxistinek wiha heye û dema ku em pirsgirêkan bijîn divê em xwe bispêrin wê. Dereng jî be, Kongra Star bêyî ku bipirse tu Kurd, Ereb an jî Suryanî, pirsgirêkên jinan analîzkirin û bûn cihê çareseriyê. Karkirina di vê rêxistinê de, ji me re mîraseke û em pê serbilindin.”

‘Pêwîstiya şoreşeke ekolojîk ku şoreşa jinê temam bike, heye'

Rîhan Temo bi bîrxist ku rejîma Baas herêmên Kurdan di warê ekolojî de paşguhkiribû û got: “Rejîmekî wiha bû ku herêma ku piranî Kurd lê dijîn, wekî herêmeke tenê genim, ceh û pembo lê tê çandin dida nîşandan. Rê li ber qutkirina daran, avêtina çopê û şewata daristanan nedigirt, ruxmî ku zagonên parastina xwezayê hebûn, tenê li herêmên xwe pêk dianîn. Herêmên Kurdan wekî herêmên paşketî û wekî ku ev welat ne welatê Kurdan e, bi gel didan îqnakirin. Bi hewldana çandina darên fêkiyan jî, gel ev raber dikirin ku axa me ji bo çandina darên wiha nabe. Pêwîstiya têkoşîneke piralî û şoreşeke ekolojîk ku şoreşa jinê temam bike, heye. Li beramberî pîşesaziyê, divê em çandiniyê pêşbixin.”

'Bûyîna hêviya jinan şanaziyeke’

Rîhan Temo daxwaza parastina destkeftiyên jinan kir û wiha behsa kesayetên bibandor kir: “Destkeftiyên heyî girîng e werin parastin, ji ber mîrasekî dûr û dirêj e û di hundir xwe de şoreşên ku gelek jinan li gelek welatên cîhanê pê rabûne, dihewîne.  Destkeftiyên pir mezin çêbûne, ji Roza Luxemburg heta her sê xwîşkên Mîrabal, li ser asta Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan ku îro Avêsta, Barîn û Hevrîn heta Lêman û Yûsrayan hatin jiyanîkirin. Ji bo  em layiqî ked û têkoşîna van jinan derkevin, pêwîste em mîrasê wan mezintir bikin. Bûyîna hêviya jinên ku li welatên xwe bi azadiyê bihîstine lê azadî nejiyan û hilm nekirine, şanaziyeke mezin e. Em li hember Lozaneke nû ku Kurdistan û jin parçe kirin, li beramberî dewleta Tirk, têkoşîna xwe xurt bikin û di şoreşê de erk bigrin. Em di pêvajoyeke pir dîrokî de ne, divê em nehêlin şoreşa me wekî şoreşên din tune bibe û ji bo cîhanîkirina wê jî hemû rêxistinên jinan xwe berpirsiyar bibînin.”