Rihan Loqo: Li dijî êrîşan ruhê berxwedanê xurt bikin
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rihan Loqo helwest nîşanî êrîşên dewleta tirk da û got ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa bi ruhê 19’ê Tirmehê têkoşin kirin, dê bi wê ruhê jî têkoşîna xwe li hember êrîşên dewleta tirk bidomînin.

EBÎR MIHEMED
Qamişlo- Dewleta tirk duh bi şev bi balafirên şer êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku di encamê de welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Di êrîşên şeva 19’ê mehê destpêkiriyê de Kobanê, Şehba, Dêrîk, Zirgan û Dirbesiyê bûn hedef ku li Dêrîkê komkujî pêk hatin û li gor daxuyaniyên fermî yên herî dawî hatin dayîn 14 welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Her wiha di êrîşan de rojnamevan jî jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene. Li dijî van êrîşan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser piyane û banga berxwedanê dikin. Derbarê van êrîşan de Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava, Rihan Loqo helwesta xwe parve kir.
‘Êrîş bi destê hemû dewletên navneteweyî pêk hat’
Rihan Loqo di destpêka axaftina xwe da zanîn ku êrîşa ku ji duh ve li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat destê hemû dewletên navneteweyî tê de ye û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst bi balafirên şer êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kir. Ji Şehba, Kobanê heta Dêrîkê êrîşên dijwar pêk hatin. Ev êrîş ne tenê weke ku dewleta tirk nîşan dide cihê leşkerî ye, di van êrîşan de sivîl hatin hedef girtin. Em bi tundî bêdengiya mirovahiyê li hember vê êrîşî şermezar dikin. Êdî ev xiyanetek mezin e ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin. Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûmeta mirovahiyê parastin. Ev êrîş bi destê hemû dewletên navneteweyî pêk tê. Bi erêkirina hemû dewletên navneteweyî firokên şer li hember gel radibe. Em dibêjin kanî mafê mirovan û kesên ku bindest diparêzin? Em dibêjin êdî bese ji xiyanet û bêdengî re.
‘Ji bo netewa demokratîk nebe cîhanî, êrîşên dijwar pêk tînin’
Rihan Loqo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku armanca van êrîşan hemû têkbirina pergala netewa demokratîk e ku hemû gel divê projeyê de cihê xwe digire û xwe bi xwe bi rêve dibe û wiha domand; “Armanca van êrîşan ewe ku pergala netewa demokratîk ku hemû gelan di nava xwe de dihewîne, lawaz bikin. Bi van êrîşan dixwazin pêkhateyan ji hev qut bikin, aşitî û aramiya ku pêk tê tune bikin. Bi top û balafiran dixwazin aramiya heyî tune bikin û pergala me bin pê bikin. Ji bo pergala me nebe cîhanî, lewra dewletên dagirker êrîş dikin.”
‘Rihê 19’ê Tirmehê 11 sal e li ber xwe dide, wê bi serkeve’
Rihan Loqo herî dawî diyar kir gelê ku ev 11 salin li hember hemû cureyên êrîşan têdikoşin, bi erzanî serî li hember dagirkeriyê natewînin û diyar kir ku ewê bi ruhê 19’ê Tirmehê cardin bi ser bikevin û wiha bi dawî kir; “Em dibînin di heman kêlî de Şehba, Kobanê û Herêma Cizîrê bombebaran kirin û rehetî nedan gel. Dixwazin bi van êrîşan tirsek mezin di dilê gel de ava bikin. Em ji dewleta tirk û hevkarên wan re dibêjin ku em dilê we rehet nakin û gelê ku tama azadiyê girtiye û bi pergala netewa demokratîk xwe avakiriye, bi erzanî li hember dagirkeriyê serî natewînin. Em ê her li ser piyan bin. Me çawa bi ruhê 19’ê Tirmehê têkoşîn kir, em ê bi wê ruhê têkoşîna xwe bidomînin. Hêvî û bangawaziya me ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku hemû li qadan bin û ruhê berxwedanê em xwe xurt bikin. Em ê pergala dagirker bin pê bikin û heqiqeta wan ji tevahî cîhanê re ronî bikin. Dê serkeftin her gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev 11 salan li hember hemû êrîşan li ber xwe didin dê bibe.”