Riham Hico: Em ê têkoşîna xwe heta azadiyê bidomînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di sala 2023’yan de li hemberî her cure êrîşên şerê taybet, li dijî hemû lîstikên desthilatdaran bû xwedî sekn û helwesteke xurt. Bi xebatên ku ji bo civaka Êzidî li dar xist, mora xwe li gelek serkeftinan da.

BÊRÎVAN ÇIYA

Şengal – Jinên Êzidî li ser bingeha mezinkirina têkoşîn, rêxistinbûn û girtina tola fermanan, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin. Ji bo çand, bawerî û nasnameya xwe biparêzin, di sala 2023’an de bûn xwedî ked û hewldan. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico têkoşîn û berxwedan, kar û xebatên salekê nirxand.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico wiha got: “Di serî de em hêvî dikin ku sala pêşiya me bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û bibe sala ku her netew û bawerî li ser axa xwe azad bijî. Sala 2023’yan aliyekî xwe yê bi êş hebû, di heman demê de aliyê xwe yê bilindkirina têkoşîn û berxwedanê jî hebû. Di vê salê de gelek serkeftin û destkeftiyên me hebûn. Siyaseta ku li herêmê û li Iraqê dihat meşandin li ser Şengalê bandor çêdikir. Her hevdîtinek, lihevkirinek û planek ku dihat kirin Şengal di nav de bû lê belê ew plan hemû jî bê îradeya Şengalê dihatin kirin. Tu carî hêzên desthilatdar ji bo civaka Êzidî tiştek baş nekirine. Ji bo wê jî di nava salekê de her dem hedefa wan, qirkirina vê civakê bû. Her dem armanc dikirin ku civakê vegerînin beriya fermanê ku her tiştên wan qebûl bikin.”

‘Negihîştin armancên xwe’

Rîham Hico bal kişand ser planên şer ên ku li ser Şengal tên meşandin û da zanîn ku bi têkoşîn û berxwedanê ew plan vala derketine û wiha got: “Hewl dan bi riya peymana 9’ê Cotmehê di aliyê leşkerî û siyasî de civakê bê îrade bikin lê nikaribûn, vê carê bi riya şerê taybet û hwd… şer dan meşandin. Êrîşên siyasî, civakî, îrade û şerekî taybet li ser medyaya civakî li dijî civaka me kirin. Hewl dan bi gotinekê civakê ji pîvanên wê dûr bixin lê negihîştin armancên xwe. Ji ber ku civakê dost û dijminên xwe nas kiriye û dizane çawa xwe biparêze. Planên ku li ser maseyan nîqaş kirin nikaribûn li Şengalê bixin pratîkê. Ji bo vala derxistina planên wan roleke mezin a Rêveberiya Xweser hebû. Ragihandina Êzidxanê weke Çira TV roleke mezin lîst ji bo rastiya ku li Şengalê tê jiyîn derxe pêş û lîstikên medyaya derve vala derxe. Mînak Qenala Rûdaw ku şerekî taybet li  ser civaka me dimeşîne îsal jineke Êzidî ku dîl ketibû destên DAIŞ’ê ji Filestînê tevli bernameyê kir ku wê xwe wekî misilman qebûl dikir. Ev şerekî taybet e ku li dijî çand û pîvanên civaka me tê kirin. ”

‘Rêveberiya xweser xwe îsbat kir’

Rîham Hico bal kişand ser gavên mezin ku di nava salê de avêtine û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku Rêveberiya Xweser di Şengalê de xwe îsbat kir. Tevî hemû planên şerê taybet ku dihatin kirin ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser. Lê belê di milê dîplomasî, rêxistinkirin, perwerde, aborî, parastin û civakbûnê de xebateke pir girîng hat meşandin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînek mezin hat meşandin. Pîvana me ya sereke jiyana azad e. Em bê fikrên Rêber Apo nikarin azad bijîn. Di dîroka civaka me ya Êzidî de her dem jinan di her milî de pêşengî kirine. Ger îro em weke jinên Êzidî xwedî rêxistin in bi saya fikrên Rêber Apo ye. Di fermana herî dawî ya ku hat serê me de yên ku em xilas kirin şervanên Rêber Apo bûn.”

‘Bi fikrên Rêber Apo em ê pêşengiyê bikin’

Riham Hico da zanîn ku ew bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li dîroka xwe ya resen xwedî derdikevin û wiha got: “Dîroka me bi berxwedan û pêşengiyê dagirtî ye. Lê mixabin di sed salên dawî de jin di nava malê de hatin girtin lê bi saya Rêber Apo îro dîsa em dîroka xwe ya kevnar vedigerînin. Em dizanin ku tiştên em dikin û dixwazin ne ji derveyî dîroka Êzidayetiyê ye. Bi saya fikrên Rêber Apo em dixwazin rola Zerîfa Osê, Sitiya Nexşan, Dayê Zero û rola jinên berxwedêr bilîzin û weke wan tev bigerin. Em tenê ji eşîr û malbatên xwe re yan ji mala xwe re kar nekin û rol nelîzin. Xwenasikirina bi fikrên Rêber Apo û doza xwebûnê pîvana têkoşîna me ya îsal bû.”

Di nava salê de gelek çalakî, meş, daxuyanî, konên çalakiyê, pêşangehên wêne û pirtûkan û semîner ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatin lidarxistin. Her wiha di her perwerdeyê de sînevîzyon li ser rastiya Rêber Apo hatin nîşandan lê belê em nikarin bibêjin ku me xebateke têrker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo daye meşandin. Ji bo wê jî em di Şengalê de rexnedayîna xwe didin û em dibêjin ku di sala pêşiya me de em ê bi pratîkî rexnedayîna xwe bidin.”

‘Bi riya perwerdeyan jin bûn xwedî îrade’

Rîham Hico behsa perwerdeyên ku di nava salekê de dane û encamên wan kir û wiha pêde çû: “Me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li gelek gund û navçeyan perwerde dan. Di heman demê de dewreyên girtî yên perwerdeyê hatin vekirin. Li akademiya Şehîd Binefş Egal ku tê de rastiya rêbertiyê, rastiya Êzidatiyê, neteweya demokratîk, girîngiya perwerdeyê, şerê taybet xweparastina ji fermanan, perwerdeya tendurustiyê û hwd…hatin dayîn. Perwerdeyên me jî serkeftî derbas bûn ji ber ku girtî bûn û her perwerdeyê 15 rojan berdewam dikir. Nêzî 15 dewreyên perwerdeyê yên girtî hatin vekirin. Bi rastî me plan kiribû ku dewreyên perwerdeyê ji hevalên xwe yên mêr re jî vekin lê mixabin ev pêk nehat, me biryar da ku em di sala pêşiya xwe de vê plansaziyê jî pêk bînin. Perwerdeyên ku hatin dayîn jî encamên erênî pir bi xwe re derxistin. Jin êdî bûn xwedî îrade, gotin û nerîn.”

‘Park ji bo jin û malbatan tên çêkirin’

Rîham Hico da zanîn ku ew ji bo jinan her tiştî dikin û bal kişand ser bark û kafeteryayên ku bi taybetî ji bo jin û malbatan çêkirine kir û wiha got: “Di milê aborî de me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hedef kiriye ku aboriyekê xweser bi jinan ava bikin ku her kes bikaribe mala xwe birêve bibe û ne muhtacî kesek be. Piraniya projeyên me yên aborî li gorî civaka me ya Şengalê ne, pêwîstiya civakê bi çi heye, jin dikarin çi karî bikin û çawa bikin, li gorî rastiya civakê me pir proje xistin dewrê. Projeyên girîng, weke çandina daram, park û bexçeyan hene. Pir kafeteriya û bexçe li Şengalê hene. Lê belê ne li gorî rastiya malbatê û ya jinan in, jin nikarin rehet tê de rûnên ji ber ku alkol tê de tê vexwarin û hwd… Ji ber wê jî jin nikarin li wan rehet bin. Tiştên ku berê hatine çêkirin li gorî mêran in. Park û kafeteryayên ku me çêkirine alkol û kuhulat tê de nîn in, jin dikarin li wan rehet bin, malbat dikarin li wan rehet bin. Li ser wî esasî me çêkiriye.”

‘Konferansên ku hatin lidarxistin deng vedan’

Rîham Hico diyar kir ku wan bi riya van konferansan êşên xwe parve kirine û fikrên azad di serî de bi jinên Iraqî dane naskirin û wiha got: “Bi salhatina fermanê re komxebatek bi beşdariya jinên Êzidî, Ereb û hwd. hat lidarxistin. Ferman çawa çêbû, sedemên wê kî bûn, Şengal çawa hat rizgarkirin? Ev hemû hatin nirxandin. Şengala xweser û demokratîk rola jinan tê de wê çi be. Rola jinan di têkoşîn û berxwedanê de, di rêveberiyê de û hwd.. hat in nîqaşkirin. Di heman demê de li Silêmaniyê kongreyek hat lidarxistin ku hewldanên me hemû ew bûn Êzidî ji her derê tevli bibin. Tevlibûn li ser asta Başûrê Kurdistanê û Şengalê bû. Di heman demê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Şengalê Konferansek hat lidarxistin. Konferansên ku hatin lidarxistin deng vedan û bandoreke mezin çêkirin. Rastiyên heyî hîn zêdetir zelal bûn. Di asta Iraqê de naskirina Rêber Apo pir baş bû ji bo wan. Pir kesan digotin ka em pirtûkên wî bibin, digotin çawa zilmekî wiha li ser Rêberekî neteweyî tê kirin. Hin zêdetir hevnaskirin çêbû.”

Rîham Hico bal kişand ser hevdîtinên dîplomasî û nameyên ku ji munezeme û dewletan re rêkirine û wiha got: “Di salvegera fermanê de name ji munezema re hatin şandin. Li ser asta navneteweyî hatin şandin. Di heman demê de ji dewlet û sefaretan re hatin şandin. Gelek şande hatin Şengalê, gelek şande ji vir çûn Bexdayê û cihên cuda jî. Bi Rêberomar û Rêberwezîran re rûniştin çêbûn. Bi gelek berpirsyarên Iraqê re hevdîtin çêbûn, weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî me cihê xwe di nava van civîn û şandeyan de girt.”

‘Serkeftina me ya îsal di hilbijartinan de diyar bû’

Rîham Hico bal kişand ser hilbijartinên parêzgehan û ked û westandina wê û wiha got: “Hilbijartinên ku hatin lidarxistin me weke TAJÊ roleke mezin lîst ji bo ku em bikaribin namzedeke civaka xwe rêbikin encûmena parêzgeha Mûsilê. Xebateke ku pir xweş bû, pir ked û westandinê dixwest. Ji ber ku em di Iraqê de ne ku pir serî tê de hene û her seriyek dixwaze tiştekî  bikşîne milê xwe. Encamên destpêkê yên hilbijartinan hatin ragihandin lê belê encamên dawî hê nehatine ragihandin. Ev jî tê wateya ku li ser esasê hinek lihevkirinên siyasî maye. Heta ku ew hêzên mezin li hev nekin nikarin encamê ragihînin ji ber ku ger bê lihevkirin ragihînin wê girseyên mezin derkevin û nerazîbûnên xwe bi riya meşan û çalakiyan nîşan bidin.”

‘Wê ala şehîdên me her dem bilind be’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi riya van hilbjartinan diyar kir ku ew e li Şengalê ked dide û civak tenê wê ji bo xwe hêvî dibîne û wiha got: “Me weke civaka Êzidî namzedekî xwe şand encûmena parêzgehan û em baş dizanin ku di nava vê bêdengiya wan de em jî tên nîqaşkirin. Di encama hilbijartinan de tu partiyeke Kurdan di Şengalê de namzed dernexist. Tenê Rêveberiya Xweser derxist. Ev jî tê wateya ku ya ku kar û xebat kiriye û bûye cihê baweriya gel Rêveberiya Xweser e. Serkeftina herî mezin ji bo me îsal ev bû. Civaka Şengalê Rêveberiya Xweser nûnerê rast dibîne û hildibjêre. Bi hêviya ku em di sala 2024’an de bi vê baweriyê têkoşîna xwe berdewam bikin li gorî rastî, çand û baweriya civaka xwe tevbigerin. Berjewendiyên civaka me beriya her tiştî tên ji bo me. jJ bo ku berjewendiyên civaka me bên parastin me bi dehan qehreman di nava salê de spartin axê. Wan canê xwe feda kirin ji bo ku kes destên xwe dirêjî vê civakê neke. Em jî soz didin ku em ê soz û doza şehîdan berdewam bikin. Wê ala şehîdan her dem li Şengalê bê bilindkirin. Serkeftin wê ya gelê me be û em di şopa vê dozê de dimeşin.”