Rêzeçalakiyên 8'ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin

Bi boneya 8'ê Adarê li Eyn Îsayê konê tiştên filklorî yên ku bi destê jinan hatiye çêkirin, li Kobanê pêşbirka ciwanan a bisikletê û li Şehbayê jî amadekariya cihê şahiyê tên kirin.

 
Navenda Nûçeyan - Ji 1'ê Adarê ve li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di nava çalakiyan de ne. Piştî ku rêzeçalakiyên jinan gihîşt 8'ê Adarê wê bi şahiyek mezin li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya girseyî were li dar xistin. Îro jî li Şehba, Kobanê û navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên 8'ê Adarê didome.
Rêzeçalakiyên qadan wiha ye:
Li Eyn Îsa konê tiştên filklorî yên bi destê jinan
Bi boneya 8'ê Adarê îro Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konê filikilorî vedan û tiştên ku bi destan hatin çêkirin wek coniyê genim, teşî, tevin û amurên kevnar yên çand û hunerî, wêneyên jinên têkoşer ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatin qetilikirin û pankarta bi nivîsa "Jin Rojava diparêzin" hatibûn xemilandin. Jin bi cilên xwe yên filklorî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li gundê Derbe Hesen ku li Rojavayî kantona Girê Spî ya dagirkirî hat li darxistin. Jinên ji pêkhateyên ereb û kurd bi hev re xwerinên gelerî çêkirin û paşê jî anîn ser sifreyê. xwerinên wek ser û pî, dolme, savar û tirşik, mehîr, kofte, çîkê hêkan û tirîd. Jinên ji bajarê Reqqa, Tepqa û Eyn Îsayê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê axaftin ji aliyê Endama Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Xilod Cedui ve hat kirin.
`Em şopdarên têkoşerên xwe ne`
Xilod balkişand ser wateya 8'ê Adarê û soza têkoşîna li dijî desthiladariyê û wiha domand: "Em vê roja pîroz li tevahî jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin Di dîroka desthiladariyê de jin her timî rastî tundiyê û îşkenceyê dihatin, heya roja îro em wê êş û azaran dibînin. Her timî mafê jinan dihatin binpêkirin. Li dijî hişmendiya baviksalarî me weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn kir û destkeftiyên xwe diparêzin. Divê em xwe bikin mertal da ku em pergala dewletên desthilatdar têk bibin. Em soz didin axa zeytûnê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên ku hatin dagirkirin em vegerînin û 8'ê Adara 2022'an li wir pîroz bikin."
Paşê jinan bi hev re xwerinên xwe rêz kirin û xwerin. 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
Li Kobanê pêşbirka bisikletan a jinên ciwan
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya Roja Jinên Cîhanê pêşbirka bisikletan li dar xist. Yekîtiya Jinên Ciwan pêşbirka bisiklêtan  ji bo 10 endamên tîma Jinên Ciwan bi rêxistin kir. Pêşbirkê ji kolana Sarya Ozgur dest pê kir û heta qada jina Azad dewam kir. Piştî ku jinên Ciwan mesafeya 2 km  qutkirin, di asta yekemîn de Tilînaz Elî bi serket. 
Pêşbirk bi xelatkirina endamên tîmê bi dawî bû. 
Li Şehbayê amadekariya cihê şahiyê ya 8'ê Adarê
Li Kantona Şehba -  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jinên kurd, ereb û tirkmen amadekariya pîrozbahiya girseyî dikin. Niha jî Jinên di sazî û dezgehên Rêxistina Kongreya Star de cihê xwe digirin amadekariya cihê şahiyê bi kêyfxweşiyek mezin dixemilînin nêrînên xwe par ve kirin.
Pîrozbahî bi dengê berxwedanê were li dar xistin
Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehrezê Fatma Remedan bi kêyfxweşiyek mezin behsa amadekariya 8'ê Adarê wiha dike: "Sibê 8'ê Adarê ye û em bi coşek mezin benda sibê ne. Îro jî ji bo cihê şahiya 8'ê Adarê komîteyek hatibû avakirin ku cihê şahiyê bi reng û bedewiya jinê bixemilînin. Îro em 12 jin cihê xwe di amadekiriyê de digirin û bi kêyfxweşiyek mezin em her derê dixemilînin. Wê pîrozbahiya me yê sibê bi reng û dengê berxwedan ê were li dar xistin."
Jin xwedî maf û vîn in
Endama Koordînasyona Kongreya Star a wargeha Berxwedanê Zozan Silêman jî amadekarî û kêyfxweşiya jinan wiha parve kir: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bi rengekî aram roja xwe pîroz dikin. Îro ev roj li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên jinan ve tê pîroz kirin, ev rih jî dide diyar kirin ki jina xwedî maf û vîn e. Her wiha ew sê salin em li Şehbayê cejina xwe pîroz dikin, hêviya me ew ku sala bê li Efrînê di nava zeytûnan de em cejina xwe pîroz bikin."