Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê li Kobanê didomin

Buroya Jin ya TEV-DEM semînerek derbarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jin da sendîka, yekîtî û meclîsên xwe.

Kobanê - Kongra Star ya herêma Firatê têkildarî 25’ê Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jin pêngava di bin dirûşmeya “Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” dabû destpêkirin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo roja 25’ê Mijdarê, îro Buroya Jin ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê dîroka vê rojê, cure û rêbazên tundiyê û bandora wê ya li ser civakê semîner da. Di semînerê de Yekîtiya Hunermedan, Pîşesazan, bazirganan, karmedan, mamoste û meclîsên TEV-DEM amedebûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka TEV-DEM Hedle Hesen belgeyên derbarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jin xwendin  û piştre rêveberiya Yekîtiya karmendan Bêrîvan Cuma jî şirove kir. Her dawî jî şanoya bi navê ‘Şikest çênabe’, ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ve hat pêşkêşkirin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

 ‘Em ê bi semînerên xwe civakê hişyar bikin û tundiyê kêmtir bikin’

Rêveberiya Yekîtiya Karmendan ya TEV-DEM Bêrîvan Cuma di derbarê semînerê de ev agahî bi me re parve kir: “Me îro bi rengekî berfereh tundî û rêbazên wê şirove kir. Civaka me tundiyê tenê weke lêdan û îşkenceyê pênase dike, me jî xwest em bi riya vê semînerê hişyariyê li ser tevahî cureyên tundiyê bidin ku tundiya bi gotin, derûnî, tendirustî, bedenî, êrîş û bombebaran jî di nav de, hene. Tundî xwe dispêre hişmendiya baviksalar û kevneşopiyên civakê ku bi salan e jin ji aliyê bav, bira, hevjîn û pergalê de dijîn. Civakê jiyan li derdora jinan sînordar kirin ku ji bo vê wê hîn sînor avakirin, jin jî van kiryaran nepejirînin û serî hildidin. Ji bo ku ev jin jî werin bêdengkirin û di bin serweriya hişmendiya zilaman de bimînin, weke rêbaz tundiyê bikar tînin.”

‘Bi Şoreşa Rojava re civak nasname û hebûna jin nas kir’

Bêrîvan Cuma behsa bandora şoreşa jin li ser civakê kir û got: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku şoreşa jin pênase dike, civaka me ji nêz ve rastî, nasname, hebûn û mafê jin naskirin. Heta astekê civak ket zanebûna ku jin ji aliyê hişmendiya zilam û pergalê de tê çewisandin. Bê gûman em weke jin bi temamî ji tundiyê rizgar nebûne, lê ji berê baştir em di nava têkoşîna guhertin û veguhertinê de ne ku ev semîner jî yek ji şêwazên têkoşîna li dijî hişmendiya kevneşop û tundiyê ye. Êdî jin ne bêhêz, bêvîn, bê zenabûn û bê helwestin, berevajî a niha jin di hemû warên jiyanê de xwedî têkoşîneke hevbar in ku em bi vê yekê bawerin, dê rojekê jin ji tundiyê rizgar bibin.”

‘Em ê bi hûner û şanogeriyê hişyariyê bilind bikin’

Berdevka komîna Şano ya Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido Leyla Ehmed ku şano ji bo hemû semînerên werin dayîn amedekirin,  wiha behsa peyama şano kir: “Rojane em rastî bûyerên êrîş û tundiya li ser jin tên ku ji aliyê dijmin, malbat û civakê ve tên kirin, tên. Mijdar meha têkoşîna li dijî tundiyê ye, me jî weke şanoger xwest ku em bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Lewra weke Tevgera Hîlala Zêrîn û komîna Şano me bi hev re şanoya bi navê ‘Şikest çênabe’ pêşkêş kir. Ev şano bal dikşîne ser zewaca zarokan, pirsigrêkên ku di nava malbatê de ava dike, her wiha tundiya ku zilam dimeşînin û li dijî van xalan jî têkoşîn û hêza jin. Me xwest em jî bi vê rêbazê li dijî tundiyê têbikoşin û vê peymanê bidin.”