Rêzan Şêx Dilêr: Emê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin
Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr ragihand ku; “Ewê li dijî hemû dagirkeriya di nava xaka Iraqê de tên kirin bêdeng nebin û welatiyên herêmê naxwazin zarokên wan bi destê MÎT a Tirk werin kuştin.”
Silêmanî - Dayikên Laçik Spî li Silêmaniyê dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê dayikan serdana ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kir. Dayikan li wir li ser dagirkerî û êrişên dewleta Tirk daxwaznameyek radestî parlamenterên Iraqê kirin. Li ofîsê parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr, li gel dayikan daxuyaniyek da çapemeniyê.
“Wê hewldanên me yên dijî dagirkeriyê bi domin”
Rêzan Şêx Dilêr got: “Ev salek zêdetire, ji bo ku parlamentoya Iraqê li ser dagirkeriya dewleta Tirk bicive, me daxwaznameyek amadekir û îmza komkirine, lê civîn hîn jî pêknehatiye. Emê bêdeng nemînin û wê hewldanên me yên dijî dagirkeriyê berdewam bikin.”
Rêzan di dewama daxuyaniyê de bal kişandiye li ser xwestekên wan yên ji bo avakirina lijneyek taybet hebû û hat avakirin û wiha dom kir: “Lê weke me dixwest ev lêjne nehat avakirin, ji ber ku me dixwest serokwezîr li ser vê mijarê banga lêpirsînê bike. Welatiyên Herêma Kurdistanê dixwazin hikumet wana biparêze. Welatî dibêjin bila zarokên me bi destê MÎT a Tirk neyên kuştin û di nava bajarên me de neçin û neyên.”