'Rêya xelasbûna ji tundiyê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye’
Endamên Navenda Jineolojî a bajarê Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê diyar kirin ku pêwîstî bi tekoşîn û xebatê heye û wiha vegotin: "Ji bo bi dawîkirina cureyên tundiyê li ser jinan pêwîstî bi tekoşînê heye.”
HESNA MIHEMED
Heleb- Di nava civakê de ji tundiya derûnî bigire heya tundiya fîzîkî û fikirî bi hezaran salane jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Bi rêya meşandina tundiya li ser jinan dewletên desthildar û di serî de mêr dixwazin civakê dêxin bin hakîmiyeta xwe û ew bibin serwer. Bi boneya hatina 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî tundiya Li Ser Jin, endamên Navenda Jineolojî ya bajarê Helebê bi ajansa me re axivîn.
'Li dijî tundî û desthildariyê serî hildin'
Ferîda Musa balkişand ser cureyên tundiyê ku rastî jinan tên û wiha got: "Di malbat û nav civakê de herî zêde jin bi tundiyê re dijî. Jin rastî, êşkencekirin, destavêtinê tên. Ev tundî jî bandorekê ser derûnî, laş, fikrî û jiyana jinê dike. Gelek jin jî ji ber rastî tundiyê tên dighînin asta xwekuştinê û bi vê re jî pirsgirêkên civakê zêdetir dibin. Demê ku jin di nava malbatê de bi tundiyê re rû bi rû bijî bandorek ser derûniyên zarokan jî dike û dihêle ku ev zarok jî bi tundiyê re mezin bibin û fêrî cureyên wê bibin ta ku di pêşerojê de bikarbînin. Jinên ku xwestin mohra xwe li dîrokê bidin û xwedî rol bin rastî tundiyê hatin, bi taybet jinên zane û çalakvan ji hêla dewletan hatin qetilkirin yan jî di girtîgehan de rastî êşkenceyan hatin, ta ku jin nebin xwedî hebûn di civakê de û mafê xwe bang nekin. Ji bo xilaskirina jin ji cureyên tundiyê divê ew xwedî îrade û hêz be û li dijî desthildariyê serî hilde."
'Ji bo dawîkirina tundiyê pêwîstî bi tekoşînê heye'
Hêvî Şêxo jî diyar kir ku ji bo bi dawî kirina tundiya li ser jinan hewceye tekoşîna jinan bilind bibe û wiha vegot: "Ji 5 hezar sal ve û heya vê kêliyê ji aliyê mêr ve jin bi tundiyê re dijîn, ew her hatine qirkirin û şikandin rolê wan hatin çewsandin û bê maf hatin hiştin. Divê jin weke 3 xwîşkên Mêrabêl serî li dijî mêrên desthilatdar hildin û tundiyê qebûl nekin. Bi saya ked, tekoşîn û serî hildana li dijî tundiyê 25'ê Mijdarê weke Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hate eyarkirin lê divê ne tenê rojek em bikin roja tekoşînê divê her roj jin li dijî tundiyê têbikoşe û dawî lê bîne. Piştî belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo û avakirina rêxistinên jin hêrsek li gel desthildariyê avakir lewra di kesayeta Sakîne Cansiz û rêhevalên wê de komkujiyek pêk anîn û heya niha jî jinên pêşeng tên hedef girtin ev jî cureyek ji tundiyê ye. Banga me ji her jinekê re heye ku tevlî refa şoreşê bibin ku hîn azadiya xwe nas bikin û civaka xwe azad bikin."
'Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xelasiya ji tundî û bindestiyê ye'
Cîhan Îbiş daxuyakirin ku rojane jin bi tundiyê re dijîn û rêya xelasbûna ji tundiyê felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ye û ev tişt anî ziman: "Rojane jin di nava civakê de bi tundiyê re dijîn, bi taybet jinên ku di herêmên dagirkirî de dijîn. Dagirkeriya dewleta Tirk tundiya herî mezin li ser ax û jinan e, bi hedefgirtina jinên pêşeng û rêveberên civakê dixwazin jin her rastî tundiyê bên. Dewleta Tirk li hember fikirê jina azad şer dike û naxwaze ku jin bighîne cewhera xwe û di nava civakê de azad bibe ji ber tirsa wî ji rola jin û hêza wê heye. Em hewil didin bi xebat û tekoşînê jinan perwerde û zane bikin, her wiha li dijî tundiyê serî hildin. Bi fikir û ramanên Rêber Apo di heman demê de bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' wê jin xwe hêz û azad bike ji ber tenê felsefeya Rêber Apo rêya xelasiya ji bindestî û tundiyê ye."