'Rêya ji holê rakirina zincîran têkoşîn e'
Derûnînas Efxanî û aktîvîsta mafên jinan Yalda Ehmed bi gotina "Rêya xilasbûna ji zincîrên xwe têkoşîn e" da xuyakirin ku ew bi têkoşîna jinan a li Îranê re hevgir in.
BAHARAN LAHÎB
Kabul – Li Afganîstanê, piştî ku Talîban di sala 2021'an de desthilatdarî bi dest xist, zextên li ser jinan zêde bûn. Li gel zext û zordariya li ser jinan, gelên ku bi kuştin, destavêtin, revandin û krîza aborî re rû bi rû ne, ewlekariya jiyanê nîn e. Derûnnas û parêzvana mafên jinan Yalda Ehmed ku ji ajansa me re axivî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir û peyama hevgirtinê da.
'Ez hemû gelên berxwedêr silav dikim'
Yalda Ehmed 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Bi vê minasebetê ez ji hemû gelên berxwedêr ên cîhanê re bi taybetî jinên têkoşer ên Afganîstan û Îranê ku di rojên herî dijwar de derbas dibin re silavên xwe pêşkêş dikim. Li gel zêdebûna tundî, bêbextî û zilmê ya li welatê me, weke jinên Efxanistan û Îranê em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin."
'Jinên welatê min li dijî zilmê têdikoşin'
Yalda Ehmed a got “Li welatê min bi salan e jin li dijî tundî û zordariyê têdikoşin” wiha axivî: “Deriyê dibistan, zanîngeh û kargehan ji jinan re girtî ne, jin bêyî mêr nikarin ji malê derkevin û xwenîşandaneke herî biçûk jî ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve bi awayekî hovane tê tepeserkirin."
'Malbat bi firotina zarokên xwe hewl didin bijîn'
Yalda Ehmed derûnînas e ku bi salan e li ser mafên jinan dixebite. Yalda Ehmed a got, “Min di salekê de bi gelek jinên xwedî pirsgirêkên derûnî re xebitî” wiha berdewam kir: “Min çîrokên wan ên xemgîn bihîstin. Feqîrî û belengaz li welatê min zêde ye. Jinên welatê min piraniya wan bûn ku debara malbatên xwe dikirin û îro her tişt li ber wan hatiye girtin û êdî nikarin biçin kargehan û kar bikin. Piraniya malbatan hewl didin ku bi firotina yek an çend zarokên xwe bijîn. Mexdûrên yekem ên vê karesatê jinên ciwan in. Em hemû dizanin ku yekane rêya rizgarbûna ji van zextan şikandina zincîrên têkoşîna hişmendiya jinê ye.”
'Ji jinên cîhanê re serkeftinê dixwazim'
Yalda Ehmed di dawiyê de wiha got: “Hevgirtin, hişyarî û têkoşîn dermanê hemû êşên bindestên cîhanê bi taybetî jinan e û jin bi yekdengî û hişyariyê dikarin her cure zilmê bişkînin. Ji jinên cîhanê re serketinê dixwazin.”