Rêxistinên Tûnisê biryara li dijî çalakvana femînîst şermezar kirin
21 komele û rêxistinên mafên mirovan biryara li dijî çalakvana femînîst Raniya El-Emdûnî şermezar kirin. Çalakvana femînîst ji ber ku beşdarî xweşêşandanên li dijî qanûnên ji bo parastina polîsan bûye cezayê girtîgehê danê.
Tûnis – Dadgeha Tûnisê cezayê şeş meh zindanê da Raniya El-Emdûnî ya ku ji ber heqaret li karmendên ewlehiyê kiriye. Ji bo vê yekî 21 komele û rêxistinên mafên mirovan, biryara li dijî Raniya şermezar kirin.
Komele û rêxistinên mafên mirovan ev biryar wekî binpêkirinek eşkere ya rêgezên yasayî hesibandin û daxwaz kirin ku ew serbest were berdan û tewanbariyên li dijî wê bên rakirin. Her wiha hat gotin ku divê dadgeh dev ji kirinên kêfî berde, rêzê ji bendên destûrê re bigire û ji sepandina bijarte dûr bikeve. Qanûnên di warê mafên azadiya derbirînê de û sînorkirina sepandina bendên biryarnameya hejmara 115 a têkildarî azadiya çapemeniyê ne.
Komele û rêxistinên mafên mirovan, di daxuyaniya xwe ya hevbeş de karûbarên saziyên dewletê şermezar kirin û dan zanîn ku li dijî çalakvanên mafên mirovan hewldanên ji bo hesab ji wan biprisin hene û wan binpê dikin. Ji ber ku Raniya El-Emdûnî hemû giliyên li dijî êrîşkarên xwe tomar kiriye. Tevli yên ku ji aliyê Çavdêriya Navendî ya Wezareta Navxweyî ve hatine şandin û di bedêla wan de ew tên tawanbarkirin jî tê de qurban tune ne. Ji ber ku dosyaya dozê ji gilî û gazincên rayedarek giştî bêpar maye.
Raniya El-Elmdûnî 26 salî ye. Çalakvanek femînîst e ku beşdarî xwepêşandanên li dijî qanûna êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê bûye, pêşnûmeqanûna ku rewşa awarte bi rêk û pêk dike û gelek xwepêşandanên din derketiye.
Tûnisê ji sala 2011'an vir ve di warê azadiya ramanê û mafên mirovan de gavên girîng avêt lê hêj jî saziyên ewlehî û polîs hewceyê reformên berfirehtir in, mîna dadwerî û hwd.