Rêxistinên Mexrîbê: Beşdariya demokratîk di sererastkirina qanûnê de kêm e

Rêxistinên jinan û mafên mirovan ên Mexrîbê li hember qanûna hejmar 31,26 a ku beşdariya jinan a di mekanîzmayên cihê biryardayînê de dike xeterê, bertek nîşan dan gotin ku di sererastkirina qanûnê de beşdariya demokratîk kêm e.

Mexrîb – Komeleyên jinan û mafên mirovan ên Mexrîbê bi daxuyaniyeke hevpar xemgîniya xwe ya der barê guhertinên dawî yên qanûna birêkûpêk a têkildarî herêman de diyar kirin. Jinan gotin ber ku ev guhertin dibe sedema kêmbûna rêya nenavendîbûnê, her wiha beşdariya jinan di mekanîzmayên cihê biryardayînê li ser asta herêmê de, bertek nîşan didin.

Birêvebirina beşek girîng a polîtîkayên giştî li ser asta herêmî

Daxuyaniya ku ji hêla Tevgera Demokrasiya Wekheviyê û Hevpeymaniya Sivîl ji bo Budçeyek Bersivdayî ya Zayendî ve hatî îmzekirin, bal kişand ser mijarê. Daxuyaniyê ragihand ku pêşnûmeya qanûna organîk a hejmar 31,26, qanûna organîk a hejmar 111,14 a têkildarî herêman diguherîne û temam dike. Daxuyaniyê da zanîn ku ev qanûn, bêyî şêwirmendiyek berfireh bi aktorên sivîl re, nemaze rêxistinên jinan ên ku bi mijarên wekheviyê re eleqedar dibin, hatiye pejirandin. Ev qanûn, çarçoveya qanûnî ye ku karê meclîsên herêmî yên hilbijartî li Mexrîbê pêk tîne. Desthilatên wan di amadekirin û pêkanîna bernameyên pêşketina herêmî û birêvebirina beşek girîng a polîtîkayên giştî li ser asta herêmî de destnîşan dike.

‘Berfirehkirina beşdariya demokratîk’

Aliyê li Mexrîbê, yekîneyên îdarî yên herêmî yên bi meclîsên hilbijartî ne û dikevin çarçoveya projeya reformê ya ku bi navê “herêmkirina pêşketî” tê zanîn. Ev ji hêla Mexrîbê ve bi mebesta xurtkirina nenavendîbûnê û veguhestina beşek ji desthilatên dewleta navendî bo astên herêmê yên hilbijartî hatiye destpêkirin. Tê xwestin ku beşdariya demokratîk berfireh bike û biryarên giştî yên hemwelatiyên jin û mêran nêztir bike. Di vê çarçoveyê de, Tevgera ji bo Demokrasiya Wekhev û Hevpeymaniya Sivîl ji bo Budçeyek Bersiva Zayendî nerazîbûna xwe li ser awayê amadekirin û pejirandina van guhertinan anîn ziman.

Ji ber ku ew bêyî nîqaşeke giştî ya berfireh û bêyî beşdariya bi bandor a aktorên sivîl, nemaze rêxistinên jinan ên ku bi mijarên wekhevî û edaleta civakî re eleqedar dibin, hatine kirin. Herdu rêxistin bawer dikin ku ev dûrxistina ji pêvajoya şêwirmendiyê, yek ji prensîbên bingehîn ên ku di Destûra Bingehîn a sala 2011’an de hatine destnîşankirin e. Ango, prensîba demokrasiya beşdar, ku li ser beşdarkirina civaka sivîl di amadekirin û nirxandina polîtîkayên giştî de ye û ne tenê di pêkanîn an şîrovekirina wan de piştî pejirandina wan, lawaz dike.

Ji rêxistinên jinan hişyariya vekişandina ji mekanîzmayên demokrasiya beşda

Ev nîqaş di çarçoveyek siyasî ku beriya hilbijartinên herêmî yên li Mexrîbê tên lidarxistin de tê. Rêxistinên mafên mirovan bawer dikin ku her guhertinek qanûnî ya di vê qonaxê de, nikare ji bandora wê ya li ser hevsengiya temsîliyeta siyasî, di nav de temsîliyeta jinan a di nav van saziyan de, were veqetandin.

Ev nîqaş ne tenê bi aliyên teknîkî yên rêveberiyê ve sînordar e. Di heman demê de berfireh dibe heta pirsa şiyana jinan a bandorkirina wan li ser biryarên giştî yên herêmî dike. Meclîsên herêmî ne tenê ji rêveberiyê berpirsiyar in, di heman demê de ji bo pêşxistina bernameyên pêşketinê û destnîşankirina pêşîniyên aborî, civakî û jîngehê jî berpirsiyar in - warên ku rasterast bandorê li jiyana jinan li herêmên cûda dikin. Rêxistinên jinan hişyarî didin ku her kêmbûna mekanîzmayên demokrasiya beşdar an jî kêmkirina serxwebûna saziyan, dikare hebûna pirsgirêkên wekheviyê di nav polîtîkayên herêmî de qels bike, bi taybetî jî ger beşdariya bi bandor a jinan û saziyên ku mafên wan di qonaxên plansazkirin û biryardanê de diparêzin neyê mîsogerkirin.

Her wiha her du rêxistinana rexne li berdewamiya hin mercên ku îmtiyazan didin kategoriyek taybetî ya komeleyan ku statuya “sûdê giştî” bi dest xistine girtin û wiha gotin: “Ev dibe ku bibe sedema dûrxistina hejmarek aktorên sivîl ku ezmûnek girîng berhev kirine. Di nav de rêxistinên jinan û mafên mirovan ku di asta herêmî de bêyî ku ji heman statuya qanûnî sûd werbigrin, hene.”

Daxwaza zelalkirina prensîba wekheviyê

Her du rêxistinan hejmarek pêşniyar pêşkêş kirin ku armanc dikin aliyê maf û wekheviyê di qanûnê de xurt bikin. Di nav vana de pêşgotinek ku behsa mafên mirovan, wekhevî û ne-cudakariyê piştrast dike û van prensîban di amadekirin û pêkanîna bernameyên pêşketina herêmî de mecbûrî dike, hene. Her wiha wan daxwaza xurtkirina desthilatên saziyên wekhevî û derfetên wekhev û nêzîkatiya zayendî di asta herêmî de kirin. Jinan xwest ku roleke mecbûrî di derbirîna nerînên li ser bernameyên pêşketinê de ji wan re deynin û daxwaza “Ji bilî vê yekê prensîba wekheviyê di nav avahiyên meclîsên herêmî û navendên biryargirtinê yên girêdayî me de, bila bi zelalî were bicihkirin.”

Banga li Mexrîbê nîqaşeke berfireh a giştî li ser pêşeroja nenavendîkirinê

Her du rêxistinan tekez kirin ku pêwîst e daneyên herêmî û îstatîstîkên ku li gorî zayend, temen û qada herêmî hatine dabeşkirin, werin hilberandin û wiha domandin: “Ji bo ku bandora polîtîkayên giştî li ser jin û mêran were nirxandin û nîşaneyên rast werin pejirandin. Ji bo ku valahiyên civakî û zayendî di sûdwergirtina ji polîtîkayên pêşketinê de werin pîvandin, ev şert e.

Di encamê de, her du rêxistinan banga nîqaşeke berfireh a giştî li ser pêşeroja nenavendîkirinê li Mexrîbê kirin. Rêxistinan xwestin ku beşdariya bi bandor a jin û civaka sivîl di teşekirina polîtîkayên giştî yên herêmî de mîsoger bike. Rêxistinan hişyarî dan ku pejirandina reformên saziyî bêyî beşdariyeke berfireh dikare baweriya bi pêvajoya demokratîk qels bike û derfetên pêşvebirina wekhevî û edaleta civakî di asta herêmî de sînordar bike. Rêxistinan bang li gelek aktorên siyasî, sendîka û mafên mirovan kirin ku mijarên wekhevî û beşdariya jinan bikin beşek navendî ya her reformek pêşerojê ya têkildarî bidestxistina pêşkeftinek dadperwer û berfireh.