‘Rêxistinbûyîn parastina ji hemû planên qirkirinê ye’

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêrîn Oso kiryarên dijmirovî yên rêveberiya demkî ya cîhadîst li ser gelê Suweydayê şermezar kir û got: “Rêxistinbûyîn parastina ji hemû planên qirkirinê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji ber pevçûnên li Suweydayê ji aliyê rêvberiya demkî ya Şamê HTŞ’ê ya cîhadîst ve ku ji 13’ê Tîrmehê ve dest pê kir nêzî 250 kes hatin kuştin. Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêrîn Oso ya têkildarî komkujiyên ku HTŞ’ê li Sûriyeyê dike axivî û bal kişand li ser girîngiya rêxistinbûna gelan û jinan.

‘HTŞ li dijî gelên Sûriyeyê planên qirkirinê pêk tîne’

Şêrîn Oso da zanîn ku gelên Sûriyeyê sîstemek ku mafê wan were xwarin qebûl nakin, li hemberî wê têdikoşin û wiha got: “Gelê Sûriyeyê bi hemû netew û baweriyên xwe ve ji sala 2012’an ve li hemberî rejîma Baasê serî hildaye û doza nasname û hebûna xwe dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir, têkoşîneke mezin da meşandin û mohra xwe li dîrokê xist lê piştî hilweşandina rejîma Baasê hêviya gelê Sûriyeyê ew bû ku bi reng û dengê xwe li gorî ol û baweriya xwe bijîn. Em dibînin rêveberiya demkî ya cîhadîst hêvî û baweriya gelan têk biriye û li dijî xelkên Sûriyeyê planên qirkirinê bi rengekî derexlaqî û dijmirovî pêk tîne.”

‘Pergala neteweya demokratîk hemû neteweyan di nava xwe de dihewîne’

Şêrîn oso di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku pêvajoya Sûriye tê de derbas dibe pêvajoyeke hesas e û wiha axivî: “Di vê qonaxa girîng û hesas de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şiyar bûye, ji ber ku qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Pergala ku em pê bang dikin a neteweya demokratîk e, pergaleke ku her netewê hembêz dike û diparêze ye. Bi vê pergalê em hewl didin aştî û demokrasiyê misoger bikin. Kî tê li ser masê rûdinê û diyalogê dike em amade ne lê em xwedî biryar in ku sîstema Sûriyeyê sîstemek ne navendî be û mafê her kesê tê de misoger be. Rêveberiya demkî ya cîhadîst gavên ji bo pêkanîna aştiyê navêje û kiryarên dijmirovî li dijî gelan pêk tîne. Ev xeterî û metirsiyek mezin li ser pêşeroja Sûriyeyê dide çêkirin.”

‘Êş û doza gelên Sûriyeyê yek e’

Şêrîn Oso êrîş û kiryarên HTŞ’ê li dijî gelê Suwedayê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Bûyerên ku li Suweydayê qewimîn ji bo me bi êş in. Me gelek êş kişandin, tiştên ku îro şêniyên Suweydayê dijîn, me jî bi salan ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker wan êşan kişand. Lê li hemberî van êrîşan me xwe birêxistin kir û hêza xwe ava kir. Em hemû li ser vê xakê dijîn, êş û doza me yek e ji bo wê pêwist e em hemû bibin yek û rêxistinbûyîna xwe ava bikin. Dîrok şahidê van rojên hesas e ku gelê Sûriyeyê di çi pêvajoyê de derbas dibe lewma gere em jiyana bi rûmet xwedî nasname hilbijêrin û xwedî li siberojê derbikevin.”

‘QSD’ê tenê dikare Sûriyê ji planên qirkirin û destdirêjiyê biparêze’

Şêrîn Osos wiha berdewamî da gotinên xwe: “Di Şoreşa Rojava de gelek bedelên giranbuha hatin dayîn, heya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin vê astê û hêza xwe ava kirin. Di roja îro de bi hebûna QSD’ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramî dijî. QSD hêzek e ji zarokên vê xakê hatiye avakirin bi Kurd, Ereb, Ermen, Xirîstiyanan e. Yê ku bikaribe Sûriyeyê biparêze QSD ye, ji ber ku QSD li ser fikrên azad û demokratîk xwe ava kiriye. QSD’ê çawa cîhanê ji terorê parast, îro dikare Sûriyeyê birêve bibe û gelê wê ji qirkirina çandî û siyasî biparêze.”

‘Banga ji bo rêxistinbûn û pêşengiya jinan’

Şêrîn Oso banga rêxistinbûyîna jinên Suweydayê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şoreş bi pêşengiya jinan bi ser ket. Jinan di her qadê de pêşengî kir û rola xwe lîstin. Em bang li jinên Suweyda, peravên Sûriyeyê û hemû jinên Sûriyeyî dikin ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û pêşengiyê bikin da ku civaka xwe ji qirkirinê xels bikin. HTŞ’a cîhadîst dixwaze di Sûriyeyê de rola jinan tune bike, ev yek jî piştî berxwedan û tekoşînê her wiha dayîna bedelên giran nayê qebûlkirin.”