Rêxistina Sara rêzeçalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê ragihand

Rêxistina Sara bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe a bi dirûşma “Namûs di bedena jinê de nabe... Namûs di azadiya civak û axê de ye” ragihand.

 Qamişlo- Rêxistina Sara, bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan 25’ê Mijdarê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê û bi amadebûna bi dehan jinên ji tevger û rêxistinên xweser kampanyayek bi dirûşma “Namûs di bedena jinê de nabe... Namûs di azadiya civak û axê de ye” hat ragihandin.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Rêxistina Sara Nasra Îbrahîm ve hat xwendin de wiha hat gotin:

“Bi geşbûna ramana mêrsalarî, belavbûna şîdetê û derketina mêtingeriyê, koletiya li ser jinan hat xurtkirin, rola wan a di civakê de hat kêmkirin, kaos belav bû, bi hinceta namûsê jin hatin qetilkirin. Zewaca di temenê biçûk de, hevberdan, xizanî, jihevbelavbûna malbatê û xebata zarokan hemû nexweşiyên civakê ne ku belav bûne û heta îro jî berdewam dikin.”

‘Jin ji ber îrade û hêza xwe ya heyî dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk’    

Tevî têkoşîna berdewam a jinan ji bo bidestxistina maf û azadiyê û bidestxistina destkeftiyên giranbuha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weke beşdarbûna di hemû qadên jiyanê de, derxistina zagonên xwe, sîstema serokatiyê ya hevbeş û li gel hemû geşedanan, hê jî tundî her ku diçe girantir dibe. Li herêmên me hê jî jin tên qetilkirin û ji mafên xwe bêpar in. Loma jî pêwîstî bi têkoşîna bêrawestan heye. Hişyarbûn, şopandina pirsgirêkan û sepandina zagonan ji bo kêmkirina van binpêkirinên li ser jinan ji bo gihîştina civakek saxlem û demokratîk girîng e. Ji tundiyê bêpar bi avakirina jiyana wekhev, beşdarbûn girîng e. Ji ber vê yekê jin ji ber bi îrade û hêz in, dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk, ji ber ku em dizanin civakeke ku jin azad bibin, bi pêş bikevin dê civakek azad ava bibe û ev tê wateya bidawîbûna şer û tundiyê û avakirina aştiyê di civakê de.

Kampanyaya me li ser asta Sûriyeyê, li bajarên Heleb, Kantona Şehbayê, Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, Hesekê û Kampên Waşûkanî, Serêkanî û Newrozê dê bên ragihandin. Me bi dirûşma “Namûs di bedena jinê de nabe… Namûs di azadiya civak û axê de ye” daxuyaniya xwe ya hevpar da. Em ê çalakiyên xwe li gund, bajarok û derdora bajaran pêk bînin.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan a cîhanî de em bernameya kampanyaya xwe wiha eşkere dikin:

 -5 hezar broşurên danasîna vê rojê dê bên belavkirin.

 -Wê pankart bên daliqandin.

 - 500 wêneyên têkildarî vê rojê ku dibêje “Na ji tundiyê re” dê bên çêkirin.

 - 50 logoyên bi dirûşma “Namûs di bedena jinê de nabe… Namûs di azadiya civak û axê de ye” bên çêkirin.

 - 40 yelekên têkildarî vê rojê dê bên çêkirin û li jinan bên belavkirin.

 - Li ser Roja Jinan a Cîhanê rapirsîn, anketek kolanan dê bê çêkirin.

-Bi Meclisa Jinên Olî re civîneke diyalogê ya torê dê were lidarxistin.

 - Li navçe û dibistanan dê waneyan têkildarî vê rojê werin dayîn.

 - Ji bo ku li ser çîrokên serkeftinên jinan rûniştineke diyalogê bê lidarxistin û pêşandana sînevîzyonê bi rêxistinên jinan re tê tevbigerin.

 - Gundê jinan (Jinwar) dê were ziyaretkirin.

 - Bi şev wê meşek bê organîzekirin, bi koordîneya Hîlala Zêrîn xebateke biçûk a şanoyê bê pêşkêşkirin û navên şehîdan li ser balonan bên nivîsandin.”