Rêxistina Sara: Li dijî qetilkirina jinan deme dema hisabxwestinê ye

Rêxistina Sara ya ji bo qetilkirina zaroka astengdar Aya Silêma El- Hecîc daxuyanî da û diyar kir ku li dijî qetilkirina jinan dem dema hesabxwestinê ye.

 
Hesekê – 1’ê Îlonê li kolana Mişêrfê a bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zaroka astengdar Aya Silêman El- Hecîc a 13 salî bi hinceta diziyê ji aliyê mala cîranê xwe Sirac El- Ebas ve rastî şidetê û lêdanê hat. Ji ber darbeya ji serê xwe girtibû rewşa wê girnabû û ji wê demê ve li Nexweşxaneya Reca ya Hesekê dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji des da. Têkildarî bûyerê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li ber navenda Kongreya Star a Knatona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Sara Leylan Silêman ve hat xwendin.
Leyla Silêman balkişand ser nêrîna civakiya bi hişmendiya nêrza tevdigere û wiha domand: “Bûyerên ku di  civakê de tên qewmandin wekî  qetilkirina jinan kîna hezaran salan a hişmendiya baviksalarî dide nîşan dan. Hişmendiya baviksalarî ya civakê ber bi xeteriyê ve dibe, gihşt astekê ku bûyerek bi vî rengî pêk were. Her dem hiceta wan namûs bû lê îro çi ye? Aya keçek temen 13 salî bû, asta mêjiyê wê weke zarokek 3 salî bû, kêm endam e, çawa bi vî rengî tê qetilkirin? Ev bûyer li dijî pîvan û exlaqê mirova ye. Ji bo wê dem dema hesabxwestinê ye. Pêwiste em li hemberî vê zihniyetê asta têkoşînê bilind bikin da ku em civakek saxlem bidin avakirin. Em bûyerên qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin û banga hisabxwestinê dikin da ku rê li ber van bûyerên bê exlaq were girtin.” 
Daxuyanî bi dirûşmeya” Jin Jiyane, jiyanê ne kuje” bi dawî bû.