Rêxistina Sara li dijî biryarên sêdare banga têkoşînê kir

Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya Ser jin bi daxuyaniyeke çapemendiyê biryarên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Kobanê- Rêjîma Îranê ku piştî serhildana jin, jiyan, azadî kiryarên di çarçoveya girtin, işkence û darvekirina çalakvanan de zêdekiriye. Herî dawî jî derbarê çalakvan û rojnemavan Şerîfe Muhemedî  û Paxşan Ezîzî de biryarên dervekirinê hatin girtin ku ev yek bû cihê nerazî û hêrseke mezin.

Li dijî vê biryar û binpêkirinan, îro Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Ser Jin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya rêxistinê de Kamîle Elî ve hat xwendin, bi dehan endamên Kongreya Star, Desteya Jin, hiqûqnas, parêzer û çalakvan amedebûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Li giştî Îranê rêjîma Melalî û hêzên dîktetor gel bi giştî û jinan bi taybet binçav dikin û di girtîgehên xwe de digirin. Bi taybet jî çalakvanên sivîl û yên siyasetmedar ku ev kiryar ji destpêka serhildanan de dijwar û zêde bûye.

Rêjîma Îranê hemû mafên azadiya jin, ferd, civak û gelê Îranê bi hişmendiya xwe ya ol perest, mêr perest û paşverû tune dike. Ev zêdetirî nîv sedsalekê ye  ku bi pergala xwe ya zayendperest û olî jin û gelên li Îranê di bin navê ol de ji hemû mafên wan bê par hîştin e. Li dijî vê pergala qirker civaka Îranê dest ji têkoşîn û serhildana xwe ya bi pêşengiya jin  bernedan. Lewra hemû binpêkirin ji darvekirin û binçavkirinan bandor li ser serhildêran nekir û hêz, vîn û têkoşîna wan jî lewaz nebû.

Di vê çarçoveyê de biryarên darvekirinê li ser çalakvanên mafê jin rojnemevan Paxşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhemedî bi sedemên endamtiya tevgerên dijberî rêjîma Îranê, hatin birîn.

Em weke Rêxistina Sara ya Li dijî Tundiya Ser Jin li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ev biryarên darvekirinê û binpêkirinên di derheqê jinên li Îranê ku ji bo azadiya xwe û civakê têdikoşin, bi tundî şermezar dikin. Ev biryar li dijî hemû zagon û hevpeymanên navnetewî yên mafê mirovan û rojnemevanan e. Lewra em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jin û rêxistinên bi bilindkirina dengê jin û gelê Îranê pêwendîdar, her wisa rêxistinên navdewletî dikin ku berpirsyarî û erkên xwe bînin cih û li ser betalkirin biryarên darvekirinê bixebitin da ku ev kiryarên dermirovî û komkujiyên pêk tên werin rawestandin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Şehba

Daxuyaniya ku gelek endam û nûnerên jin ên saziyan bejdar bûne  li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê hate dayîn. Her wiha di  daxuyaniyê de jinan pankertên ‘Na ji qetilkirina jin re’,’Bi hev re na ji tundiya li ser jinê re’ û ‘Tundiya li ser jinê sûc e’ rakirin.  Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Kampa Serdem Gulistan Mustafa ve hate xwendin.

‘Jin ji hemû mafên xwe bê par hatine hêlan’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser serhildanên li dijî faşizma rejîma Îranê û wiha hate gotin: “Gelên Îranê bi giştî û bi taybetî jin ji aliyê rejîma Îranî ve rastî girtin û qirkirinê tên, ji destpêka serhildana Îranê ve li dijî çalakvanên sivîl û siyasî û xwepêşandaran girtin, revandin û êşkence tên meşandin, ev serhildana ku li seranserî Îranê destpêkir hîna berdewam e. Rejîma Îranê bi siyaseta xwe ya olî ya radîkal û zihniyeta mersalarî ya paşverû hemû mafên azadiyê yên jinan, takekesî, civakî û gelên Îranê tepisandiye û jinê ji hemû mafê wan bêpar hêlane. Jin û gelê Îranê di bin navê ol de ji hemû mafên xwe yên mirovî bê par mane, ji ber rejîma zordar gel û civaka Îranê bi pêşengtiya jinan û daxwaza azadiya xwe dest bi serhildanê kirin û hê jî ev serhildan berdewam dike. Darvekirin û girtin nekarîne gav li vî gelî şûnde bide avêtin û rejîma Îranê jî nekariye hêz û îradeya gelê têkoşer bişkîne.”