Rêxistina Sara ji bo civakek bê tundî xebatên xwe didomîne

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya ser jinan, ji bo civakek bê tundî xebatên hişyariyê dide meşandin û ji bo pirsgirêkên jinan ên ku di civakê de dijîn çareser bikin xebatan dide meşandin.

 ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo- Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan ku li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo dawî li tundî û qetilkirina jinan were anîn xebatan dide meşandin. Rêxistin di xebatên xwe de bi taybetî dixwaze li dijî tundiyê hişyariyê ava bike û bi jinan re dicive.

Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Rasha Derwêş anî ziman ku kampanyayên hişyariyê, konferans û ji bo mirov der barê hedefên rêxistinê, xebatên ji bo jinan ên der barê tundiyê de hişyar bikin, bi belavkirina broşuran piştgiriyê didin jinan û wiha got: “Ji derveyî nasandina xebat û hedefên rêxistinê, ji bo jin zêdetir me nas bikin, em rêgez û xebatên rêxistinê ji jinan re tînin ziman. Bi riya konferans û rûniştinên cuda em jinan bi civakê re dikin yek.”

‘Armanc civakek bê tundî ye’

Rasha Derwêş da zanîn ku jin di nava civakê de rastî gelek zoriyan tên û wiha got: “Ji bo em pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de dijîn çareser bikin, dixebitin. Armanca me bi hêzkirina jinan e her wiha em hewl didin û alîkariya psîkolîjîk bidin wan. Em dixwazin jinan beşdarî civakê bikin û civakek bê tundî ava bikin.”

‘Hewldanên zêdetir divê’

Rasha Derwêş destnîşan kir ku di xebatên wan de rola girîng a medyaya dîjîtal heye û diyar kir ku gelek jinan piştgirî dane Rêxistina Sara û wiha got: “Em li ku derê bin bila bibin em ê parastina jinan bikin. Ji ber vê ji bo em pirsgirêkên jinan çareser bikin em bi hemû hêza xwe dixebitin. Gelek jinan ji ber tundiyê serî li rêxistina me dan. Di têkoşîna me ya li dijî tundiyê de em dixwazin li dijî tundiyê civak alîkariya rêxistinê bike. Ji bo jin astengiyên di civakê de li pêşiya wan derdikevin derbas bikin divê zêdetir hewldan werin kirin.”