Rêxistina Sara êrîşa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, der barê êrîşa dewleta Tirk a duh li Kobanê li dijî wesayitek pêkanî de daxuyaniyek da û bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Duh balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk li gundê Ênbetê yê Kobanê wesayiteke welatiyan topbaran kir û di encama êrîşê de jin û mêrek birîndar bûn., der barê êrişa dewleta Tirk a li dijî Kobanê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navçeya Ehdas ji aliyê endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku “Her tim pêşengên şoreşê dibin hedef, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xuya nekin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdeng in û bêdengiya wan hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî van êrişan bisekinin.