Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê bertek nîşanî guherîna zagonî da

Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê, li dijî guherînên ku tê xwestin di Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê de çêbibin daxuyanî da û diyar kir ku ev guherîn ji aliyê civakê ve bi xeter e û behsa aliyên wê yên neyînî kir.

Navenda Nûçeyan- Bertekên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane ya ku hinek partiyên Şiî yên di parlamentoya Iraqê de dixwazin çêbibin didomin. Zagona ku wekaleta zarok ji dayikê digre, pêşî li zewaca di temenê 9 salî de vedike çend roj in di rojevê de ye. Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê li ser guherîna ku tê xwestin li Iraqê di Zagona Rewşa Kesane de çêbibe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de koma hiqûqê ya Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê, di warê xeterên guherînên ku di zagona mafên zarokan de çêbibin de hişyarî kir. Rêxistinê, bandorên xirab ên ku ji ber guherîna zagonê çêbibin yek bi yek wiha hatin rêzkirin:

“*Ji ber ducanîbûna di temenê biçûk de dê jin ji aliyê bedenî û ruhî ve nexweş bikevin.

* Ji ber zewaca zû dê li Iraqê jin bê perwerde bimînin û hejmara zarokên keçik ên dest ji dibistanê berdin zêde bibe.

*Di zewaca di temenê biçûk de xetera şîdeta nava malê û tecawiz dê zêde bibe.

*Zagona mijara gotinê dê li ser îstîqrara aborî bandoreke nebaş bike, bibe sedem ku zarok nikaribin behremendiyên xwe bi pêş bixin, pêşerojeke bi hilberîn ava bikin û ji tecrubeyan bêpar bimînin.”

Li dijî Peymana Mafên Zarokan e

Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistanê ya Iraqê, di daxuyaniyê de diyar kir ku divê Parlamentoya Iraqê ji bîr neke ku Peymana Mafên Zarokan a îmze kiriye û wiha domand: “Pêşnûmeya guherîna zagonê, li dijî rêgezên bingehîn ên Peymana Mafên Zarokan e. Em bang li îmzekeran dikin ku berjewendiyên zarokan bi awayê herî baş li ber çavan bigrin û wisa hereket bikin. Divê zarok bi tu awayî rastî cudakariyê neyên, mezinbûn û pêşketina wan bingeh were girtin. Em di wê baweriyê de ne ku bi rawestandina guherînê dê di civaka Iraqê de bibe gaveke pêşketî û di warê mafên zarok û jinên Iraqê de bandoreke mezin çêbike.”