Rêxistina Nûdem ji bo zarokên astengdar dest bi kampanyayê kir

Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran bi boneya nêzikbûna Roja Astengdariyê ya Cîhanî kampanyayek bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand.

Qamişlo - Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran bi boneya nêzîkbûna Roja Astengdariyê ya Cîhanî ya 3’ê Kanûnê, li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya xwe bi riya daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand û tê de rêzeçalakiyên xwe eşkere kir.

Daxuyaniya ku ji hêla Endama Rêxistina Nûdem Newroz Ehmed ve hat xwendin, wiha bû:

“Bi dirûşma “Her mirovek taybet e, astengdarî ne asteng e” em weke Rêxistina Nûdem roja Astengdariyê ya Cîhanî li hemû astengdaran pîroz dikin. Em kampanyaya xwe ya 27’ê Mijdarê didin destpêkirin û heya 3’yê Kanûnê dê berdewam bike. Bi vê kampanyayê em ê li gelek bajaran (Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Til Berak, Til Koçer, Amûdê, Hesekê, Til Temir) û kampên koçberan ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet dê broşor û wêne werin belavkirin. Her wiha dê şahî, semîner û perwerdeyên hişyarkirina civakê di vê der barê de bên lidarxistin. Di heman demê de dê li Kampa Waşûkanî û Kobanê navendên nû bên vekirin.

Banga piştevaniyê

Weke ku hûn dizanin, di civaka me de hejmareke gelekî zêde ya astengdaran heye û gelek pêdiviyên wan ên taybet hene. Ji ber rewşa dorpêçê ya li herêmên me, herî zêde kesên astengdar rastî zor û zehmetiyan tên. Ev mirov bi salan e ji xwendin, dibistan, kar û gelek pêwistiyên jiyanê hatine dûrxistin. Ji bo hişyarkirina civakê li hemberî taybetmendiyên astengdaran kar û xebatên me wê her dem berdewam bikin. Em dixwazin alîkariyê bidin bi alîkariya civaka me ji bo avakirina bexçe, dibistan û kargehan li gorî pêwîstiyên astengdaran. Em teqez dikin ku em ê ji bo van mirovan kar û projeyên xwe dewlemendtir bikin.”