Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê li dijî êrîşan daxuyanî da
Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Şengalê daxuyanî da.
Şehba-Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li dijî êrîşên li ser Şengalê da. Daxuyanî li qada wargeha Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê amade bûn. Beşdarvanan wêneyên pakrawanan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongra Star û Yekitiya Êzidiyên herêma Efrînê hildan. Daxuyanî ji aliya koordînatora Kongreya Star a bajaroka Til Rifetê Rîhab Elo ve hat xwendin.
Destpêka daxuyanî wiha bû: "Mirovahî bûye qurbana şerên bêrehm û bi taybetî binpêkirinên faşîzma osmaniyan a ku her roj pîleya xwe zêde dike. Ji kumkojiyan û wehşeta li hemberî mirxên mirovahiyê û bi taybetî li hemberî hebûna Kurdan û projeyên demokrasiyê li ser esasê ku mirov rastiya xwe nas bike û rêbazên tundî û zordestî, siyasetên êrîşkirinê didome. Hedefgirtina Şengalê bi riya balafirên keşfê, hedefgirtina navenda Meclisa Gel li navçeya Xwanesorê ya girêdayî Şengalê. Beriya wê jî bi çend rojan hedefgirtina Şehîd Merwan Bedel Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê. Ev sûcên hovane der heqê gelê Êzidî de tên kirin berdewamiya fermanên berê yên qirkirina gelên herêmê yên resen e yên ku bi hezaran salan xwediyên mîrasa şaristaniya demokratîk bûn."
“Her cure xirabî bi navê olan tê kirin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke tê xuyakirin binpêkirinên ku li ser jinan tê meşandin bi firotina di bazaran de bingeha xwe ji pergala Îslama reş û radîkal digre ku bin navê olan her tiştî ji xwe re rava dibîne. Maf dide xwe xeynî xwe jî bê maf dike bi taybetî mafê gelên Êzidî, ên jinên Kurd tên qedexekirin bi taybetî di zindanên faşîstan de sûc, neheqî û hovîtî li ser jinan tê ferizkirin. Em dîsa bal dikşînin ser jinên Efrînê yên bi îşkenceyê re rû bi rû mane dan tê berdewamkirin."
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em jî bi navê Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê van kiryarên dijmirovî bi tundî şermezar dikin, ji ber ku ev kiryar li dijî destûr û hevpeymanên ku ji milê hemû dezgehên mafên mirovan ve tên naskirin in. Ji bo rawestandina êrîş û komkujiyan ên li dijî gelê me tê kirin em ê ranewestin.
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û Bijî Berxwedana Şengalê" bi dawî bû.