Rêxistina Efûyê xwest çalakvanên Afganistanî bên berdan
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, banga demildest berdana çalakvanên mafên jinan ya li Afganîstanê kir.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo çalakvanên mafên jinan ya ku li Afganistanê ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatin binçavkirin, eşkence dîtin û hatin girtin, daxuyaniyek da. Rêxistinê, destnîşan kir ku ew dixwazin demildest çalakvanên mafên jinan bên berdan.
Berpirsa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Samîra Hamîdî, girtinan weke "tepisandina her curê xwepêşandanên aştiyane ya li dijî polîtîkayên zordest ên Talîbanê" bi nav kir û fikarên xwe yên der barê rewşa girtiyan de anî ziman. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Talîbanê bi vê çalakiyê dixwazê atmosfereke pêvçûn û tirsê avabike.
Piştî ku Talîbanê Zarîfa Yaqoubî jî di nav de hejmarek çalakvanên sivîl girt, li ser malpera tora dijîtal ya Twitterê kampanyaya #FreeZarifaYaqoubi hatibû dest pê kirin. Çalakvanan 3’ê Mijdarê di çalakiya ku li paytexta welat a Kabîlê pêkanîn de hatin binçavkirin û girtin.
Di 12’ê Mijdarê de Jinên Afganî bi xw eji aliyê tevgera xwe ve daxuyanî dan û diyarkriin ku hêjmarek zêde çalakvanên jin hatin binçavkirin û girtin. Daxuyanî ji aliyê Wahîde Amirî ya ji aliyê Talîbanê ve bi 29 kesan re hatî revandin û ev nêzî mehekê ye tênn girtin û bi rojan di lêpirsînê de derbaz bûne.
Berdevgê fermî yê ragihandina Talîban hêceta rastiya girtina çalakvanên mafê jinan ‘ Telimatên ji derveyî welat girtin de tevgeriyane’ daxuyanî dan rêxsitina efu ya navdewletî daxuyaniya ku rejîma Talîban daye ne raste û daxwaza xwe ya divê demildest çalakvanên mafê jinan were berdan nû kir.