Rêxistina Efûyê: Sûriyê û Dewleta Tirk alîkariya mexdûrên erdhejê asteng kir

Rêxistina navnetewî ya Efûyê eşkere kir ku hikûmeta Şamê û çeteyên ku dewleta Tirk piştgirya wan dikin, alîkariyên mirovî ên ku diçin Helebê asteng kirin û banga bi dawî kirina vê rewşê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li ser herdû erdhejên ku navenda wê Mereş re mehek derbaz bû, bajara Helep yê Surye ji erdhejê xesarên giran dît. Rêxistina Navnetewî ya Efuyê daxuyaniyek weşand û bal kişand li ser astengiyên li beramberî xebatên alîkariyê mirovî û bang kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku alîkariyên mirovî ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan tê kirin tê astengkirin û destnîşan kirin ku di 9 û 22’ê Sibatê de hikûmeta Sûriyeyê herî kêm 100 kamyonên ku pêdiviyên bingehîn ên weke xwarin, alavên tibî û çadir ketina li navenda bajarê Helebê ya taxên ku bi piranî Kurd lê dijîn, asteng kir. Hate destnîşankirin ku komên çekdar ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, nehiştin herî kêm 30 kamyonên alîkariyê derbasî Efrîna dibin dagirkeriyê de ye bibe.

'Mirovan ji ber ku negihîştin dermanan jiyana xwe ji dest da’

Di daxuyaniyê de têkildarî astengkirina alîkariyan de ev agahî jî hatin parvekirin:

“Çar kesên ku Rêxistina Efûyê ya Navdewletî hevdîtin kir, piştrast kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê rê neda herî kêm 30 kamyonên sotemeniyê û kamyonên din ên alîkariyên mirovî yên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibûn şandin, derbasî herêmên di bin kontrola wî de bibin.

Hikûmeta Sûriyê jî gihandina alîkarî ya mexdûrên erdhejê ku tê hesibandin muhalîfe asteng kir. Hevpeyvînvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewiyê re ragihand ku di 9’ê Sibat û 22 Sibatê de hikûmeta Sûriyeyê herî kêm 100 kamyonên ku pêdiviyên bingehîn ên weke xwarin, alavên tibî û çadir ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistineke xwecihî komkirine, ketina taxa Kurdan ya Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê asteng kir.

Hikumeta Sûriyeyê ji Tebaxa 2022`yan ve dorpêçek giran daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nahêle sotemenî, xwarin, derman û alîkariyên din ên bingehîn bigihin bi deh hezaran sivîlên li vê deverê dijîn. Beriya erdhejê jî pêdiviyên tenduristiyê li van taxan hema bêje hatibûn tûne kirin. Ev jî sivîlan anî rewşa bi windahiyên erdhejê avakiriye nikarin li ber xwe bidin.

Endama konseya meclîsa xwecihî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî re diyar kirin ku di erdhejê de ji ber nebûna derman û kelûpelan 6 kes jiyana xwe ji dest dane û 100 kes jî birîndar bûne. Her wiha endama konseyê diyar kir ku piştî erdhejê heta 18’ê Sibatê tu alîkariya sotemenî û mirovî negirtine.

Rêxistina xwecihî ya mafên mirovan ya ji bo Rastî û Dadmendiyê Sûriyeyî yan raporek ku diyar dike komen çekdar ên bi piştevaniya Tirkiyê alîkariyên ji bo Bakûrê Helebê û hikûmeta Sûriyê jî alikariyên ji bo navenda bajarê Helebê bi rêyên din jî asteng dikin, parve kir.”

Di daxuyaniya Cîgira Gerînendeya Nivîsgeha Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya girêdayî rêxistinê Aya Meczûb de jî wiha hat gotin:

“Erdhejeyan bi deh hezaran kesên ku ji ber şerên çekdarî yên ku ev deh sal in li Helebê didomin, têkoşîna jiyane didin jî perişan kir. Tevî vê yekê jî, di vê kêliya bêhêvîtiyê de jî, hikûmeta Sûriyê û komên çekdar ên Sûriyê berê xwe dan hesabên siyasî û ji borojeva pêşbixin bi perişaniya xelkê sûd wegirtin… Astengkirina siyasî ya alîkariyên jiyanî encamên trajîk peyda kir, bi taybetî jî ji bo tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji bo xebitandina makîneyan hewceyê sotemeniyê ne. Hikûmeta Sûriyê û komên çekdar ên ku Tirkiye jî di nav de hemû aliyên şer, hewcedariyên sivîlên ku jiyana wan ji ber vê karesata xwezayî serûbin bûye pêkbînin û beyî astengkirinê gihandina van ya alikariyê misoger bikin.”