Rêxistina çavdêriya mafê mirovan hişyarî da: Li Îranê zext zêde dibe

Bi nêzbûna salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê, hikumeta ku li bajaran leşkeran zêde dike, zext jî zêde kiriye.

Navenda Nûçeyan- Serhildana li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emîn bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî, bi nêzbûna salvegera serhildanê re, zextên dewletê jî zêde bû. Li welat di destpêkê de çalakvan li beramberî kesên muxalîf girtin, êrîş destpêkirin. Bi taybet di demê serhildanê de gefan li malbatên ku zarokên xwe winda kirin merasim li darbixin dikin, hinek endamên malbatan jî tên girtin. 

Li dijî zextên dewleta Îranê têkoşîna jinan berdewam dike. Jin li dijî hîcaba bi zorê di rawestin. Li aliyê din dewleta Îranê li bajarên Bakûrê welat hat zanîn ku hêjmarek zêde hêzên leşkerî bi cihkirine.

‘Li dijî zextan helwest nîşan bidin’

Rêxistina çavdêriya mafê mirovan ya ofîsa Beyrutê bi taybet zextên dewleta Îranê ku di van rojên dawî de zêde bûye daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de zextên Îranê hate şermezarkirin, bang li civaka navnetewî kirin ku zextên li dijî hemwelatiyan bikin rojev û helwesta xwe nîşan bidin.

‘Çalakvan bi sucên bê bingeh tên sûcbarkirin’

Lêkolînerê têkiliyên rêxistin Îranê Tara Spêhrî Fer der barê li Gilanê di 16’ê Tebaxê de girtina 16 çalakvanan de wiha got: “Armanca vê pêla girtinê, li dijî binpêkirinên mafan ên ku berdewam dike bêdengkirina xwepêşandana ne. Rayedarên îstixbarata Îranê û dozger di dadgehan de ji derveyî zagonên navnetewî tevger dikin û çalakvan bi îdayên bê bingeh tên sûcdarkirin.”  Tara Spêhrî Fer balkişand ku zextên li welat li ser yekitiyên Bahai û malbat rastî zextan hatine.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zext berdewam dikin. Di nava dû hefteyên bûrî de nêzî 30 çalakvan hatin girtin û gelek malbat û çalakvan di mijara bejdariya çalakiyan de gef lê kirine.