Rewşenbîr û hunermendan li dijî êrîşên ser Başûrê Kurdisanê daxuyanî dan

Bi armanca şermezarkirina êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê Rewşenbîr û hunermenêdn Herêma Cizîrê- Bakur û Rojilatê Sûriyeyê daxuyanî dan.

 
Qamişlo – Êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkirina herêmê bê navber didomin. Li dijî van êrîşan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane di nav xwepêşandanê de ne. Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Hunermendan û TEV-ÇAND êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezarkirin. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî li bajarê Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna Endamên Saziyên Rewşenbîr û Hunermendên Herêma Cizîrê hate dayin. 
Pêwîst e em rola xwe ya dîrokî di vê qonaxa hestiyar de bilîzin
Daxuyaniya ku ji aliyê rewşenbîr Zîwer Şêxo ve hate xwendin wihaye: “Di van rewşên îro em têre derbas dibin, her wiha nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanî de li Başûrê Kurdistanê ji encama destwerdana dewletên herêmî yên hewil didin şerekî navxweyî kurdî – kurdî derxin holê ye. Pêwîst e em rola xwe ya dîrokî di vê qonaxa hestiyar de bilîzin.
 Em weke Deste, Yekîtiye Rewşenbîran û Hunermendan li dijî van şerên çekdarî ne, ji bo çareserkirina  nakokî û pirsgirêkên di navbera hêzên netewî de em bang li hemû aliyan dikin ku hişyar bin û nakokiyên xwe bi rêbazên diyalokan çareser bikin.  Dîsa em bi tundî êrîş, dagirkerî û destwerdana dewleta tirk di Başûrê Kurdistanê de şermezar dikin.  Dewleta tirk bi armanca qirkirinê li her derê êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Em bang li rêxistinên civaka sivîl bi giştî, sazî û dezgehên rewşenbîran dikin bi taybet li Başûrê Kurdistanê ku rola xwe ya civakî, rewşenbîrî û neteweyî  bilîzin û rê li pêşiya şerê navxweyî bigrin.” 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Na ji şerê birakujiyê re” bi dawî bû.