Rewşa tendrustî ya Werîşe Muradî xirab e

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa tendrustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî nebaşe û pêwîstî bi neştergeriyê heye. Hat gotin ku berpirsên girtîgehê rê nadin Werîşe Muradî bê dermankirin.

Navenda nûçeyan – Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkare kir ku rewşa tendrustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, nebaşe.

Hat diyarkirin ku Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evîn ya Tehranê de tê hiştin, heta niha ji bo nexweşxaneyê nehatiye birin.

Her wiha Werîşe Muradî ji ber nexweşiyên feqerata mil û nexweşiya mejî nerehete. Hate diyar kirin ku beriya niha pizîşkan jêre gotiye ku pêwîstî bi neştergeriyê heye, lê berpirsên girtîgeha Evîn rê nadin ew here nexweşxaneyê.

Di 17’ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi hinceta “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.