Rewşa tendirustiya Nesrîn Javadî a girtî ber bi xirabûnê ve diçe

Sendîkaya Kedkarên Azad ên Îranê ragihand ku rewşa tendirustiya çalakvana kedkar Nesrîn Javadî ya 66 salî, ya li girtîgeha Êvînê girtî ye, ji ber nexweşiyên wê yên kronîk û nebûna dermankirinê û şert û mercên girtîgehê roj bi roj xirabtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Kedkarên Azad ên Îranê rapora ku li ser rewşa tendirustiya çalakvana kedkariyê Nesrîn Javadî, endama desteya damezrîner a Encumena Kar a Teqawîtên Ewlehiya Civakî (BSTA) ku li girtîgeha Êvîn a Îranê girtî ye, bi raya giştî re parve kir. Di raporta nivîskî de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku rewşa tendirustiya Nesrîn Javadî ya 66 salî ji ber nexweşiyên wê yên kronîk, nebûna dermankirinê, şert û mercên giran ên girtîgehê xirab bûye.

'Kêmbûna bihîstina jiyan dike’

Di raporê de hat diyarkirin ku Nesrîn Javadî a ku herî dawî di guhekî xwe de pirskirêka bihîstinê jiyan dike, di 18’ê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Amir Alam a Tehranê hatiye kirin, lê bijîjkan sedema rastî ya kêmbûna bihîstinê fêm nekirine û diyar kirin ku dibe ku ev yek ji sedema ji ber hestiyariya zêde ya li hember dengên bilind be. Di raporê de hat destnîşankirin ku bijîşkan pêşniyar kirine ku Nesrîn Cewadî bi lezgîn ji aliyê bijîşkê pisporê guh, poz û qirikê (ENT) ve bê muayenekirin û wiha hat gotin: "Ji ber ku pêvajoya sewqkirina ji girtîgehê ji bo klînîkên bajêr dirêj dike pirsgirêkên cidî û nikare van şert û mercan tehemûl bike.

'Rewşa wê ya tenduristiyê roj bi roj xerabtir dibe'

Di raporê de hat diyarkirin ku di muayeneyên ku vê dawiyê hatine kirin de asta hucreyên spî di xwîna Nesrîn Javadî de gelekî kêm bûye û hat destnîşankirin ku ev pirsgirêk nexweşiyên wê zêde kirine ji ber ku sîstema parastinê ya wê lawaz bûye û dema dermankirinê jî dirêj bûye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku Cevadî di pişta Nesrîn Javadî de fitiq heye û ji 50 saliya xwe pê ve nexweşiya Osteoporozê (xirabbûna hestî) pê re heye û wiha hat gotin: “Nexweşiya Nesrîn a 66 salî ji ber ku laşê wê nikare kalsiyûmê bigire derketiye holê. Tevî ku malbata wê dermanên pêwîst dabîn kiribin jî, şert û mercên nebaş ên girtîgehê

Tevî ku malbata wê dermanên pêwîst dabîn kir jî, ji ber şert û mercên girtîgehê ya nebaş dihêle ku her roja biçe xerabtir bibe."

Di raporê de hat bibîrxistin ku rapora doktoran a ku digotin "nikare di girtîgehê de bimîne" ji aliyê darazê ve hat redkirin û hat gotin: "Niha daxwaza wê ya betlaneya nexweşiyê bi hinceta ku ji sê parên cezayê girtîgehê neqedandiye, tê redkirin. "

Di mîtînga Cejna Karkeran de hat girtin

Nesrîn Javadî (Azam Xezrî Javadî) di merasima roja cîhanî ya karkeran a sala 2019`an de li ber avahiya Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê hat binçavkirin. Piştî 29 rojan girtî ma bi şertê kontrola edlî hat berdan. Nesrîn Cewadî ji aliyê Şaxa 26’an Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya "komkirin û komploya li dijî ewlekariya welat", "xerakirina aramî û aramiya giştî" û "propagandaya rêxistinê kirine" 7 sal cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan birî. Dadgeha Îstînafê biryar qebûl kir. Nesrîn Cewadî ji 2022’an ve di girtîgeha Êvînê de ye.