‘Rewşa jinên li herêmên şer bandorê li welatên cîran jî dike’

Çalakvana Mexribî Fatna Efîd teqez kir ku pirsgirêkên jinan li herêmê yek in û nabe ku ji hev cuda werin dîtin û got ku bidestxistina mafên jinan têkoşîneke cîhanî ye û hemû welatan têkildar dike.

HENAN HARÎT

Mexrib – Çalakvana Mexribî ya femînîst û sendîkavan, Fatna Efîd teqez kir ku şer û nakokiyên li gelek dewletên Rojhilata Navîn bandorê li welatên din jî dikin, bi taybetî yên cîran û got ku ji ber çandeke hevbeş a welatan li herêmê heye, ji hev bi bandor dibin.

Dozên jinan yek in ji hev nayên veqetandin

Çalakvan û sendîkavan Fatna Efîd got: "Bi Milyonan jinên li cîhanê, ji mafên xwe yên mirovî û sereke bêpar dijîn. Her çendî erdnîgariya her welatî cuda be jî; dozên jinan li herêmê yek in û nabe ku ji hev cuda werin dîtin."

Tevî ku Mexrib welatekî pêşketî ye jî tundî lê heye

Her wiha diyar kir ku Mexrib weke mînak û welatekî pêşketî tê dîtin, berovajî welatên din ên ku di nava nakokî û şer de ne û jin li wan rûbirûyî tundiya herî giran tên û wiha domand: "Jinên Mexribê tevî hemû sazkirinan jî heta niha bê parastina zagonî ne û li dijî wan tundî zilm û cudakarî heye."

Fatna Efîd teqez kir ku têkiliyên navdewletî û herêmî gelekî girîng in ji bo bihîstina dengê jinan li herêmê û teşhîrkirina binpêkirinên li dijî wan dibin û wiha berdewam kir: "Dozên jinan li herêmê tevlihev in ji ber wê divê têkoşîna ji bo mafên jinan sînorê welatan derbas bike. Li welatên Ereb rewşa jinan hema hema mîna hev in bi taybetî ji ber hemû welatên Ereb di şer û nakokiyan re derbas bûne û pêwîstiya jinan jî bi têkiliyeke li ser asta herêmê ji her demê zêdetir heye.”

‘Gelek jinên Xezayê gihîştin Mexribê’

Fatna Efîd mînaka jinên Xezayê da û wiha got: "Gelek jinên Xezayê gihîştin Mexribê bêyî hevjîn malbat û zarokên xwe jî. Ev hemû têkoşîn û berxwedaneke mezin dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan."

Fatna Efîd diyar kir ku li welatên şer û nakokî li wan hene, mîna Sûdanê yan jî Lîbyayê çi bi were serê jinan, bandorê li welatên cîran jî dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelek tiştên hevbeş di navbera me de hene. Tevî em ne di nava heman sînorî de ne jî lê em zehmetî û êşên hev hîs dikin û bi bandor dibin."

Doz hevbeş e û berxwedan yek e

Fatna Efîd bal kişand ser rewşa jinên li Lîbyayê û got: Krîza li Lîbyayê zirarê dide gel bi giştî lê belê jin di asta yekem de zirarê dibînin. Jinên ku karê xwe ji dest didin û xizan dibin jî hene. Divê ku jin binpêkirinên li dijî xwe li hemû welatan şermezar bikin ji ber ku doza jinan hevbeş e û berxwedana wan jî yek e."

Ji bo dîtina çareseriya ji pirsgirêkên jinên li herêmê jî Fatna Efîd pêşniyar kir ku bi rengekî xurt xwendina pirtûkan bi pêş bikeve, da ku zagonên zilm û cudakariyê li ser jinan radikin werin sepandin û wiha domand: "Piraniya dewletan li herêmê li ser lihevkirinên mafên jinan îmze kirine mîna lihevkirina Sîdaw û lihevkirina qedexeya cudakariyê û lihevkirinên taybet bi koçberên di bin temenê 18 salî de her wiha kesên xwedî pêdiviyên taybet. Welatên ku van lihevkirinan erê û îmze kirine divê bixin pratîkê, ne tenê di peymanan de bimîne."

Di dawiya axaftina xwe de Fatna Efîd teqez kir ku mafên jinan têkoşîneke cîhanî ye û divê her kes bi destê hev bigre ji bo kiryar û zagonên cudakariyê werin rawestandin.