Rewşa jinên Filistînê di navbera Nekbeya nû û kevin de

Jinên Filîstînî diyar dikin ku koçberiya bi darê zorê ya wek Nekbe tê zanîn, carek di sala 1948’an de çêbûye, niha jî li Zîvala Xezayê bi şertên dijwar ên jiyanê didome.

RAFÎF ÎSYEM

Xeza – Jinên Filistînê yên li Zîvala Xezayê dijîn, ji sala 2023’yan ve ye ku jiyana xwe di nava şertên krîza trajedîk de didomînin. Ev dem tijî biranînên ku dê neyên tunekirin bû. Di navbera nekbeyên nû û kevin de rewşa jinan çawa hat guhertin? Koçkirin, birçîbûn, jicihêxwe bûn û qetilkirinên sîstematîk, peyama jinên Filîstînê yên bêzar bûne çi ye?

Suse Ebu Ayade diyar kir ku di navbera Nekbeya 1948’an û qirkirina gelê Xezayê ya di nava şer de niha dijî, tevî cûdahiya dem, xalên wan ên hevpar hene û wiha got: “Bi taybetî bi saya pêşketina dadgeh û saziyên navnetewî ku bi armanca parastina mafê mirovan hatine avakirin û teknolojî û medyayê, êdî di demek ku kes bûyeran belge dike û xeyal nedikirin ku wê ev êş werin jiyankirin.”

‘Bila ev kabûs zû xilas bibe’

Suse Ebu Ayade anî ziman ku wê Nekbeya Filistînê bihîstiye, lê dema ku hurgûliyên wê jiyan kiriye,  xeyal nekiriye ku dê ewqas bêrehim be. Suse wiha got: “Koçberî, kon, heta ku mirov vana nejî, mirov fam nake ku tê çi watayê. Beriya şer jinan jiyanek asan derbas dikir. Di malên wan de her cûreyên konforê hebûn. Lê belê bi şer re fêm kirin ku têkoşîna êş, zorî û jiyanê tê çi wateyê. Ev zext jinên Filistinê ber bi hilweşandina sînîr û ruhî ve dibe. Ji dema ku roj derdikeve heta roj diçe ava, em dixebitin. Berê, bişev em diçûn mêvandariyê, em kêfxweş bûn, em bi aramî radibûn. Êdî ev hemû bûne xeyal. Daxwaza min ew e ku ev kabûs zû xilas bibe. Em kon û koçberiyê qet ji bîr nakin. Min mala xwe yanî welatê xwe yê biçûk, ewlehiya xwe, winda kir. Ew mala ku bi salan min tişt jê re anî û biranînên xwe lê kom kirî, niha hemû bûye toz û hilweşiyaye. Ne cil man, ne jî qenepe. Cîhekî ku dema ez diwestiyam biçimê jî nemaye.”

Dema vegeriyam, min mala xwe nedît’

Yasemîn El-Abdî da zanîn ku pêwîst nake ku were fêmkirin jinên Filîstînê çi jiyan kirin, ji ber hemû tişt bi deng û dîmen belavî dinyayê bûye û wiha got: “Jinên ku bijîşk, rojnamevan û mamoste ne, êdî di konan de dijîn. Pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi zorê pêk tînin. Ji bo peydakirina av û xwarinê di rêzên dirêj de li bendê dimînin. Neçar mane ji bo çêkirina xwarinê daran kom bikin.” Yasemîn El- Abdî derbarê nekbeya nû de jî wiha got: “Dema min koçî başûr kir, min digot ezê du heftiyan li ba xwîşka xwe bimînim, lê belê ev du sal û nîv e venegeriyame. Dema vegeriyam, min mala xwe nedît. Bajarê ku min nas dikir ji holê rabûbû. Li cihê wê tenê kampên bi êş hebûn. Sedema vê yekê artêşa Îsraîlê ye. Îsraîlê bi alîkariya dewletan komkujî pêk anî. Di dema Nekbeya 1948’an de tenê gule, top, teknolojiya şer hat bikaranîn.”

‘Jinên Filistînê di aliyê sebrê de mînak in’

Yasemîn El-Abdî destnîşan kir ku jinên Filistînê di aliyê sebrê de mînak in û îro ji bo rizgarkirina malbatên xwe yên di her qadên jiyanê de, têdikoşin. Yasemîn wiha got: “Jin ji bo ji bîrkirina êşa konan û windakiriyên xwe, wek riya yekem avakirina derfetên karê jiyana nû ye. Xebatkirina jin û zarokên keç, ji bo wê ewlehiyek e. Wê ji muhtaciya alîkariya mirovî rizgar dike.”

Banga li jinên dinyayê

Yasemîn El-Abdî bang li jinên dinyayê kir ku destekê bidin jinên Filîstînî, çîroka jinên ku hatine qetilkirin di medya û konferansên navnetewî de binîn ziman û wiha got: “Di nekbeya nû û kevin de jinan bedel dan. Ev mafê wan e. Divê jin bibin dengê jinên din û divê êş û têkoşîna wan bi zimanên dinyayê bînin ziman. Bi taybetî divê jinên din bibin dengê jinên ku jiyana xwe ji dest dane.”