Rewşa Hatîce Yildiz a ku bi sedyeyê ji mala xwe hat girtin giran bû

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî ku bi sedyeyê ji mala xwe hat binçavkirin û girtin li girtîgehê gelek caran ji ser hişê xwe çû giran dibe.

Navenda Nûçeyan- Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta şandina pere ji keça xwe û hevala wê ya qawîşê re hatibû girtin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Hatîce Yildiz giran bûye.

Kurê Hatîce Yildiz, Alper Yildiz got ku di 2’yê Nîsanê de dema çûye hevdîtina dayika xwe dîtiye ku dayika wî gelek westiyayî xuya dike, binçavên wê reş û şîn bûbûn, dema diaxivî dengê wê dilerizî û di bêhngirtinê de zehmetiyan dikişand.

Alper Yildiz, hûrgûliyên hevdîtînê bi van gotinan parve kir: “Rewşa dayika min xerab bû. Jixwe tansiyona bilind pê re heye. Ji ber vê yekê dema li malê bû jî gelek caran ji ser hişê xwe diçû. Li girtîgehê jî gelek caran ji ser hişê xwe çûye. Ji ber ku dema li cihekî girtî dimîne bêhna wê digre û nikare baş bêhna xwe bide bistîne. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên giran hene. Nikare bi vî halê xwe di girtîgehê de bimîne.”