Rewşa aktîvîsta girtî Fatemeh Sepehri giran e

Birayê çalakvana mafê mirovan Fatima Sepehrî der barê rewşa xwişka xwe ya li girtîgeha Vakil Abad a bajarê Meşhedê de tê ragirtin agahî da û daxwaz kir ku pêşî li îşkenceya li xwişka wê tê kirin bigrin.

Navenda Nûçeyan - Girtiyê siyasî yê berê û birayê Fatemeh Sepehrî, Mihemed Husên Sepehrî bi weşandina vîdyoyekê li ser medyaya dijîtal der barê rewşa xwişka xwe ya li girtîgeha Vakil Abad a bajarê Meşhedê tê ragirtin û rastî îşkenceyê tê agahî da. Mihemed Husên Sepehrî destnîşan kir ku rewşa tendirûstî ya Fatemeh Sepehrî nebaş e û banga kir ku pêşî li îşkenceya li xwişka wê tê kirin bê girtin.

Îşkence lê tê kirin

Mihemed Husên Sepehrî der barê rewşa xwişka de wiha got: “Di 24'ê Hezîranê de

de xwişka min a ku ji bo fîzyoterapiyê sewqî Nexweşxaneya Îmam Riza ya bajarê Meşhedê hatibû kirin û ji destê xwe 3 emeliyat derbas kir û gelek danişînên fîzyoterapiyê, di şert û mercên giran girtîgehê û zextan de hevdîtin kir. Pêvajoya dermankirina xwişka min hatiye rawestandin. Rewşa fizîkî ya xwişka min gelek nebaşe û dermanên êşê bê bandor in. Ez daxwaz ji kesên ku dikarîn îşkenceyê rawestînin bila îşkenceya ku li xwişka min hatiye kirin rawestînin."