Rêwîtiya yekem ji Şamê ber bi Qamişloyê ve: Perçeyek Newrozê bûm
Gelê Kurd cejna Newrozê di 21'ê Adara her sal pîroz dike. Ev roj li gor wan roja azadî û rizgarkirina ji desthiladarî û zilmê ye.

RAMA XELAF
Şeva 19'ê Adarê li otobûsê siwar bûm û min berê rêwîtiya xwe ji Şamê (Paytexta Sûriyeyê) da Qamişloyê. Ez yekem car berê xwe didim Qamişloyê, ew ji bo min ne serdanek normal bû. Ew ji bo min derfetek bû ku tecrûbeyên nû bijîm, wek beşdariya min ji şahiya Newrozê bi hevalên xwe yên Kurd re ku cara yekem ez ê vê rojê pîroz bikim. Ji gava ku rêwîtiyê dest pê kir ve, min tevliheviyek xerîb a kelecan û meraqê hîs kir.
Newroz roja azadî û rizgariyê ye
Bi derketina tîrêjên roja 20'ê Adarê re gihîştim Qamişloyê. Hevalên min bi dilekî germ ez pêşwazî kirim. Kolanên bajêr ji ber cejina Newrozê hatibûn xemilandin. Hevalên min bi kelecan ji min re behsa merasîmên pîrozkirina vê rojê dikirin. Min jî bi kelecan guhdarî kir, min hewl da ku her hûrgulî li ser vê cejnê ku ji wan re azadî û rizgariya ji bindestiyê temsîl dike, bibînim.
Dîmenên bi heybet û herikbar bûn
Bi çûyîna tavên rojê re kêliyên girîng ên pîrozbahiyê destpê kir. Ew jî pêxistina agirê Newrozê bû. Em li qadek mezin sekinînin bi sedan miletên ku meşaleyên agir kiribûn destên xwe, herikîn qadan û li dora agirê azadiyê dîlan girtin. Dîmenên bi heybet û herikbar bûn, agir di tarîtiyê de direqisî, stranên Kurdî li qadê deng vedabûn. Beşdaran bi hev re govenda xwe digerandin û kêfxweşî di rûyê wan de xwe xuya dikir. Dema ku min bi destê hevalekî xwe girt û bi wan re dest bi dîlanê kir, min hîs kir ku ez her wekî bi salan beşdarî vê şahiyê bûme.
Yekem car cilên Kurdî li xwe dikim
Piştî ku em vegeriyan malê me dest bi amadekirin û lixwekirina cilên Kurdî kirin. Min yekem car cilên folklorî yên Kurdî li xwe dikir. Min hîs kir ku ez kesayetek nû dijîm. Ew ne tenê cilên normal bûn, ew sembola nasnameyê ya vê pîrozbahiyê bû jî. Di sibeha 21'ê Adarê de Cejna Newrozê bi fermî dest pêkir. Me bi hezaran kesan re berê xwe da qada pîrozbahiyê. Alên Kurdî li asîmanan hatin rakirin, jiyan bi rengên buharê hatin xemlandin. Her tişt zindî bû; Mûzîk, govendên gelêrî û kenê li ser rûyên beşdaran. Min bi wan re cejna xwe pîroz kir.
Ez ne tenê mêvan bûm, beşek ji Newrozê bûm
Bi dawîbûna rojê re, ez li goşeyek kolanê rûniştim, min li zarokên ku bi kêfxweşî dibezîn, li kal û pîrên ku bi hevdû re nîqaş dikirin û li ciwanên ku di stran û govendên xwe de berdewam in, temaşe kir. Ew rojek bi kêfxweşî û hestan dagirtî bû. Ez ne tenê mêvanek bûm, ez beşek ji vê cejnê bûm, beşek ji çîroka Newrozê ya ku dê her dem di bîra min de bimîne jî bûm.