Rêwîtiya Nûjîn û Esmer ji fermana Şengalê heya nava refên YPJ’ê
Jinên ciwan ên di dema fermanê de ji gerîlayên YJA Star û şervanên YPJ’ê bandor bûne û berê xwe dane nava refên YPJ’ê gotin: “Em jinên Ezidî êdî hînî bikaranîna çekê bûne, em ê pêşeroja xwe bi destên tu hêzan ve bernedin. Em her roj xwe perwerde dikin û hîn bûne çekê ji bo çi bixebitînin. Em amade ne li her devera jin lê tên çewisandin şer bikin.”
PELŞÎN BÊRÎTAN- NÛCAN XABÛR
Hesekê - Jinên Êzidî yên piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo ku êdî nekevin ber pencên qirkirin û fermanên din xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin kirine destpêkê di qada leşkerî de cih girtin. Li gel YBŞ’ê Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ava kirin û di Adademiya Leşkerî ya Bêrîvan Şengal de perwerde dibînin. Jinên Êzidî yên di qadên leşkerî de xwe bi pêş xistine ji Şengalê berê xwe dane nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ê de cihê xwe girtine. Ji jinên Êzidî yên ji Şengalê hatine di nava refên YPJ’ê de cih girtine Nûjiyan Amed a navê xwe ji Fermandara YJA-Starê Nûjîn Amed a di dema fermanê de ji çiyayên Kurdistanê berê xwe da warê Êzidîxanê û li hemberî êrîşên çeteyan parastina miletê Şengalê kir û di wê oxirê de canê xwe ferda kir girtiye.
“Hevalê Egîd ez birîndar ji fermanê rizgar kirim”
Nûjiyan sedema tevlibûna xwe ya nava refên YPJ’ê wiha anî ziman: “Ji bo azadiya Êzidxanê gerîlayên YJA Star û HPG’ê ji çiyayên Kurdistanê daketin Şengalê, ji Rojavayê Kurdistanê jî şervanên YPG û YPJ’ê hatin û bi hev re Şengal rizgar kirin. Hatina wan baweriya ji nû ve vegera jiyanê da me û em bi rastî jî li xwe vegeriyan. Ez bi xwe jî jineke ciwan a di fermanê de hêvîşikestî bûm. Hatina wan hêvî da min û herî zêde jî ji jinên di destên wan de çek hene û çeper digirtin bi bandor bûm. Fermandara YJA-Starê Nûjîn Amed ji bo min nimûneya parêzvaniya jinan e û gelek ji wê bi bandor bûm. Di dema fermanê de lingê min birîndar bû. Yek ji şervanê bi hewara me ve hat hevalê Egîd bû ez dam pişta xwe û ji êrîşan xilas kirim. Heta em gihîştin ciheke bi ewle, ez ji pişta xwe dananîm. Wê demê ez pir ji wê helwesta hevalê Egîd bi bandor bûm. Wan hevalan weke min bi sedan birîndar li pişta xwe kirin û gihandin cihên ewle. Ji ber wê jî gelê me yê Êzidî dibêjin; ‘heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ser şopa wan şehîdên fermanê bin û bibin layîqê hevalên şehîd.’ Niha jî ez weke şervanek YPJ’ê amade me niha êrîşek li ser gelê me were, ez biçim ba gelê xwe û xaka herêma me ya Şengalê biparêzim. Em bi xwe zarokên wê êş û wê fermanê ne, em amade ne biçin canê xwe feda bikin ji bo civak û gelê xwe. Ez weke şervana YPJ’ê amade me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda bikim.”
“Em jinên Êzidî êdî hînî bikaranîna çekê bûne”
Şervana YPJ’ê Nûjiyan Amed da zanîn ku ger berî fermanê weke niha civaka Êzidî û bi taybetî jî jinên Êzidî rêxistinkirî bûna dê karibûna pêşiya fermanê bigirtana û wiha domand: “Ger beriya fermanê sazî û dezgehên herêma Şengalê hebûna dê karibûna parastina xwe bikin û fermanek bi ser wan de nedihat. Tenê em jinên Êzidî ger weke niha karibûna çekê bi kar bînin me yê pêşiya fermanê bigirta. Bi fermana dawî re gelê me bi xwe hesiya û piştî fermanê bi pêşengiya jinan sazî û dezgehên xwe ava kirin. Civaka me bi xwe rabû hêza xwe ava kir. Heta roja îro xwe bi xwe xaka xwe û gelê xwe diparêze. Hikumera Iraqê dixwaze li gorî polîtîkayên xwe gelê herêmê bigre bin serweriya xwe. Heta şervanek YBŞ û YJŞ’ê heye û fikrên Rêber Apo di nav gelê Êzidî de hebe civaka me nahêle careke din mala Berzanî û hikumeta Iraqê bikeve Şengalê. Jixwe şervanên YBŞ û YJŞ’ê civaka me diparêzin. Heta dayikên me yên ku bi felsefeya Rêbertî hesiyane hebin, wê nehêlin tu hêz bikeve xaka şengalê.”
Nûjiyan Amed bilêv kir ku hewce ye civaka Êzidî yekitiya xwe xurt bike û destûr nedin tu fermanên din û wiha domand: “Baweriya me bi gelê me yê Êzidî heye ku ji îro pê ve dê bi xwe parastina xwe bike. Bangawaziya min ji keç û xortên me re heye xwe bi rêxistin bikin û beşdarî nava refên YJŞ û YŞB’ê bibin. Ji bo em bikaribin xaka xwe ya Şengalê biparêzin û pêşiya fermanan bigrin tenê rêya li pêşiya me rêxistinbûn û bihêzkirina aliyê leşkerî ye. Hê ew keziyên xwişk û dayikên me yên ku jêkirine di nav cih û warên xirabe de hene. Min bi xwe keziyên wan ên jêkirî dîtin û hê xwîna wan li ser keviran heye. Ev rewş ji bo min bû bingeha hêrseke mezin a biryara tevlibûna nava refên YPJ’ê. Bi gotina hevala Zîlan a dibêje ‘Ger ji canê min bihatir tiştek hebûya min ê ji bo axa xwe feda bikira’ soza xwe ya ji bo parêzvaniya jinan û axê dubare dikim û amade me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda bikim. Divê em bi tevlibûna xwe bersiveke xurt bidin dijminê mirovahiyê. Ji ber ku ev dema herî xeter û pêwîste her kes bi rol û misyona xwe ya dîrokî rabe. Ji bo em ji rol û misyona dikeve li ser milên xwe re amade bin her roj xwe perwerde dikin. Civaka me ya Êzidî heta roja îro jî dibêje em deyndarên şervanên Rêber Apo ne. Ji bo ez jî bibim rêhevalê wan şervanan, heya dilopek xwîn di canê min de hebe ez ê li ser rêya wan hevalan têbikoşim.”
“Bi hatina jinên şerker a Şengalê bandor bûm”
Şervana YPJ’ê Esmer Zelal jî sedema tevlibûna xwe ya nava refên YPJ’ê wiha anî ziman: “Sedema sereke ya ku hişt ez beşdarî nava refên YPJ’ê bibim fermana li ser gelê me yê Êzidî hat rakirin bû. Gerîlayên YJA Star, HPG û şervanên YPG û YPJ’ê dema hatin bi hewara gelê Êzidî ve, bi dehan hevalên jin canê xwe feda kirin ji bo rizgariya gelê Şengalê. Hevalên jin ên li Şengalê şehîd bûn, bandorek mezin li ser min çêkirin bû sedem ku ez biryara tevlibûnê bidim. Heta dilopek xwîn di canê min de hebe ez ê şopdara wan kezîdirêjan bim. Ya duyemîn jî şerê di navber Sînûn û Xanesorê de ku di navbera pêşmergeyên roj û hevalan de derket bû. Dema ku hevala Nûjiyan Erhan şehîd ket, wê demê bandorek gelek mezin li ser min kir. Ji ber wê min dixwest ez tevli nav refên YPJ’ê bibim, çawa şervanên YPJ’ê hatin ji bo axa me canê xwe feda kirin û xwîna xwe rijandin, min xwest ku ez jî weke wan şervanan biçim cihê ku ew şervan lê ji dayik bûne, bi hemû hêza xwe xebatê bikim. Ez jî weke wan hevalan canê xwe feda bikim û xwîna xwe birijînim. Ji ber ku ez deyndar û şopdara wan şehîdan im.”
Esmer Zelal jî bal kişand ser pêvajoya fermana ku li ser civaka Êzidî hat rakirin û wiha pêde çû: “Nêzîkatiya Hikumeta Iraqê û PDK’ê wisa kir ku bi sedan keç û jinên Êzidî bikevin destên çeteyên DAIŞ’ê li bazaran bên firotin, rastî tecawizê bên û bên qetilkirin. Bi sedan keçên me ji bo nekevin destên çeteyên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Bi sedan jinên Êzidî li bazaran weke lawiran hatin firotin. Ev rewşeke pir bi êş û zehmet bû. Zehmetiyên fermanê gelek bi êş bûn lê belê me dît ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên YJA Star, HPG, YPG û YPJ’ê bi hewara me ve hatin. Bi hatina wan re hêviyek mezin bi me û gelê me re çêbû, ji ber ku gelek însanên me ji fermanê xilas kirin. Ger bi hewara me ve nehatana, wê gelê Şengalê piranî bihata tunekirin. Niha jî bi heman awayî Berzanî dixwaze Başûrê Kurdistanê weke Şengalê bifiroşe û radestî dewleta Tirk bike.”