Rewand a ku xizmên xwe winda kir behsa serpêhatiyên xwe kir

Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê, gelek çîrokên trajîk derdikevin holê. Rehef Ebû Nacî ya ku di encama bombebarana malê de xwişk û xwarziyên xwe winda kir, êşa xwe bi gotina, "Min nekarî xatirê xwe jî bixwazim" tîne ziman.

REFÎF ISLÎM

Xeza- Ji ber êrîşên Îsraîlê jinên Xezayê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, bi taybetî koçberî, stargeh, birçîbûn, xizanî û kêmxwarinê, her wiha zextên derûnî yên li ser wan zêde dibin.

Yek ji jinan, Rehef Ebû Nacî li kolana Aidiya, navçeyek niştecihbûnê ya çend metreyan dûrî Nexweşxaneya Şîfa li Xezayê dijî. Rehef Ebû Nacî ya 20 salî ku şahidê êrîşên li ser nexweşxaneyê bû wiha got: “Piştî êrîşan dest pê kir ez çend saetan li mala xwişka xwe mam. Dema ku hêzên Îsraîlî ne amade bûn, me karî ji kolanên kêlekê birevin. Di bin êrîşên sekvan, balafirên bêmirov, balafirên şer û topbaranan de rev  ne hêsan bû. Ji ber ku her kesê hewl dida xwe nêzî qada operasyona leşkerî bike, tevî ku ala spî hildigirt jî dihat qetilkirin."

Piştî çend mehan ji aramiyê careke din êrîş dest pê kirin

Rehef Ebû Nacî, diyar kir ku nexweşxaneya Şîfa piştî mehekê careke din dest bi xizmetê kir û tişta ku piştî wê hat kirin bi van gotinan vegot: “Piştî nêzî mehekê li komeleya Şîfaa ya tibî jiyan vegeriya û bû meqseda koçberiya bi hezaran malbatan ji ber wê hevjînê xwişka mîn pêşniyar kir ew vegerin mala xwe. Li cem xwe jî hin koçber hewandin. Heta çend mehan jî rewş aram bû. Hêzên Îsraîlê şefeqa yek ji rojên meha Adarê careke din êrîşî komeleyê kirin lê belê vê carê biryar dan ku yek kes nikare derkeve û çi kesê hewil bide bireve dê bi gule top yan jî moşekan were qetilkirin.

‘Jinan bi qîrînan alîkariyê dixwestin’

Rehef Ebû Nacî wiha gotinê xwe didomîne: “Dema min ev nûçe bihîst yekser çûm bi xwişka xwe re biaxivim lê ez ne rehet bûm. Xwişka min ji min re got ew di roja qiyametê de dijîn û hêvî dike ji van komkujiyan xilas bibe. Qîrînên jinên alîkariyê dixwazin ji her derê dihatin. Daxwaza alîkariyê dikirin ku ji nexweşxaneyê derkevin ji ber leşkeran destdirêjî li wan kir. Li milekî din jî malbatekê bang dikir ku hinek wan ji bin kavilên mala wan derxin. Sekvan li ser banan bûn her kesê direviyan armanc digirtin." Ev dîmenê ku Rond Ebû Nacî şîrove kiriye beriya were qetilkirin. Zêdeyî van jî bû şahida darvekirinên komî yên li rûbera komeleyê pêk dihatin. Di dirêjahiya roja yekê ya êrîşê de malên nêzî nexweşxaneyê bi balafiran dihatin hedefgirtin û avahiyên heyî tevî kesên têde dihatin şewitandin. Yek ji hovanetirîn komkujiyên hêzên Israîlê li Xezayê pêk anîne.

Ji ber leşkerên zêde nikarîn birevin

Rehef Ebû Nacî diyar kir ku di roja piştî wê de xwişka wê hewil daye koçberî herêmeke ewletir bibe lê belê dema perde rakir leşkerek dît wê ji mala din hedef digre. Careke din vegeriya û hewil da bi zarok û jinên koçber ên li cem xwe û xizmên xwe re dakeve jêr û di destê wê de aleke spî heye dibêje ew sivîl e û ti xeteriyê çênake. Li hember vê yekê topeke tankê hat avêtin ku bi rengekî ecêb jê filitî ji ber wê careke din vegeriya malê. Rehef Ebû Nacî: “Bi ketina roja 10’an xwişka min ji min re got ku ava wan a vexwarinê nemaye û xwarina mayî jî têra sibe tenê maye û dorpêç rojane dijwartir dibe bi taybet ku zarokên wê Mehmûd û Kinde daxwaza xwarinê dikirin. Wê ji mûneta li malê mayî xwest xwarinê çêke û ket destpêka malê. Di wê demê de leşkerên Îsraîlê hest kirin ku liv û tevgerek di malê de heye ji ber wê ferman dan ku topbaran bikin. Zarok hemû bi dayîka xwe re birçî hatin qetilkirin. Termê dayîkê di bin kavilan de ma û yên zarokan jî bi sedema dijwarbûna êrîşê firiyan."

Agahiya qetilkirina xwişka xwe bawer nedikir

Rehef Ebû Nacî  di dawiya axaftina xwe de agahiya xwişka xwe çawa bîhîstiye wiha  qal dike: “Di roja 27’ê Adarê de ez razayî bûm min bi êşê çavê xwe vekir. Ew jî xebera mirina xwişka min û zarokên wê bû. Min hewil da bi telefonê xwişka xwe re biaxivim lê bê feyde nekir. Min bi cîranek re axivî û gotin xwişka min bi zarokên xwe ve hatine qetilkirin. Ez heta vê rojê jî bawer nakim xwika min jiyana xwe ji dest daye.  Heta ku yeqîn kir û heta roja îro bawer nake xwişka wê jiyana xwe ji dest daye. Min  nikarî xatirê xwe jê bixwazim.”